Encumena nû yê rêberiya Îranê diyar bû

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Elî Xamineyî Rêber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Tespîtkirina Berjewendiyên Îranê kesek destnîşan kir ji bo ku bi Serokkomar û Serokê Desthilata Dadê re karûbarên Rêberê Îranê bi cih bînin.

Îro Berdevkê Konseya Tespîtkirina Berjewendiyên Îranê Muhsin Dêhneweyî daxuyaniyek da.

Muhsin Dêhneweyî ragihand ku Elî Reza Erafî hatiye destnîşankirin da ku bi Serokkomar Mesûd Pizîşkiyan û Serokê Desthilata Dadê Xulamhusên Muhsinî Îjeyî re heta hilbijartina rêberekî nû karûbarên rêbertiya Îranê bi rê ve bibin.

Ev pêngava Tehranê piştî wê yekê tê ku berê vê sibehê hikûmeta Îranê kuştina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamaneyî ragihandibû.

Rêkarên destûrî

Li gorî destûra Îranê, rêber kesê yekem ê siyasî û îdarî yê welêt e.

Madeya 107an a Destûra Îranê destnîşan dike ku rêber ji aliyê Encumena Pisporên Rêbertiyê ve tê destnîşankirin û divê ji sê parên dengên endamên wê encumenê du paran bi dest bixe.

Her wiha madeya 111an a Destûra Îranê rêkarên qonaxa piştî rêber diyar dike.

Li gorî vê madeyê, di egera mirin, destjikarberdan an jî dûrxistina rêber de, heta dema hilbijartina rêberê nû, encumeneke demkî hemû erkên rêber bi cih tîne.

Ew encumena demkî ji Serokkomar, Serokê Desthilata Dadê û zanyarekî olî yê di Encumena Parastina Destûrê de pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst