Îran: Hêzên me ji bo her îhtimalê amade ne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Şer Îsmaîl Beqayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku hêzên wan ên çekdar ji bo her îhtimalekê di nava amadehiyê de ne.

Beqayî her wiha hişyarî da ku êrişên Amerîka û Îsraîlê ewlehiya herêmê û aboriya cîhanê dixin metirsiyê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di civîneke rojnamegeriyê de li ser şerê ku li herêmê gur dibe û bandorên şer ên cîhanî axivî.

Îsmaîl Beqayî got ku sedema sereke ya aloziya heyî ya li cîhanê, "helwesta êrişkar" a Amerîka û Îsraîlê ya li hemberî Îranê ye.

"Tengava Hurmizê û aboriya cîhanê di bin metirsiyê de ne"

Beqayî bal kişand ser bandorên cografî yên şer û got:

"Aloziya heyî rasterast bandor li hemû herêmê, ewlehiya Kendava Besrayê, Deryaya Umanê û Tengava Hurmizê kiriye.

Ev rewş encamên gelekî xeternak li ser aboriya cîhanê jî derdixîne holê."

"Me şer nexwest"

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îdia kir ku Îran ne alîgira şer e û got:

"Rewşa heyî ne ew tablo ye ku Îranê xwestiye. Ev bi temamî encama êrişkariya Amerîka û Îsraîlê ye.

Yên ku divê vî şerî rawestînin ew in, çimkî em tenê xwe diparêzin.

Hêzên me yên çekdar li hemberî her cure senaryo û îhtimalan bi temamî amade ne."

Beqayî her wiha behsa pêvajoyên dîplomatîk û hewldanên navbeynkariyê jî kir û got:

"Di kanalên dîplomasiyê û destpêşxeriyên navbeynkariyê de jî em rastî xiyanetan hatin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst