Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku Amerîka di mijarên nukleerî û rakirina cezayan de ne xwedî nêrîneke cidî ye û ji xeletiyên xwe yên paşerojê ders nestandiye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî her wiha got, "Di navbera Îran û Amerîkayê de bêbaweriyeke kûr heye.”
Îsmaîl Beqayî di bernameyeke televîzyonê de pirsên li ser rewşa dawî ya dan û standinên Tehran û Washingtonê bersivandin.
Beqayî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serdana dawî ya Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ya Pakistanê û got:
"Armanca sereke ya vê serdanê gihandina nêrînên me yên ji bo aliyê Pakistanî bû.
Me ji destpêkê ve ji medyaya xwe re gotiye ku eger biryar be dan û standinek bi aliyê Amerîkayê re were kirin, em dê bi xwe ragihînin.
Eger dan û standin hebe, em dê her tiştî bi awayekî eşkere ragihînin û di dema guherînekê de derew dê derkevin holê."
Îran tenê bi Pakistanê re diaxive
Beqayî destnîşan kir ku Amerîkayî di warê hejmar û çavkaniyên medyayê de bi hêz in lê "tecrubeyeke me ya giranbiha heye ku nîşan dide gelek caran tiştên ku dibêjin piştî demekê diguherin.
Me biryar daye ku em nekevin bin bandora şerê medyayî yê aliyê din û em bersiva her tweetê nadin. Em dê tenê li ser karê xwe bin."
Beqayî ducare kir ku ti dan û standinên rastî bi Amerîkayê re nînin û ragihand ku tenê bi Pakistanê re wekî navbeynkar diaxivin ku ew jî li ser bingeha lihevtêgihiştinekê ye ji bo bidawîanîna şer û mijara nukleerî.
"Amerîka di rakirina cezayan de ne cidî ye"
Beqayî eşkere kir ku di sal û nîva borî de gelek caran li ser vê mijarê hatiye axaftin û anî ziman:
"Her carê ku hatiye axaftin, di heman demê de aliyê Amerîkayê li dijî Îranê çalakiyên leşkerî kirine.
Niha eşkere ye ku ew di rakirina cezayan de ne cidî ne.
Nabe tu qala rakirina cezayan bikî û di heman demê de cezayan giran bikî û li deryayê dest deynî ser keştiyên Îranê."
Berdevkê Wezareta Karên Derve her wiha anî ziman:
"Dan û standina bi Amerîkayê re bi ti awayî ne dan û standineke asayî ye.
Paşxaneke van axaftinan a bi xwîn heye û ez êdî nikarim peyva 'baweriyê' bi kar bînim.
Divê were gotin ku di navbera Îran û Amerîkayê de bêbaweriyeke zêde heye.
Amerîka her tim li benda wê yekê ye ku aliyê din daxwazên wan ên herî zêde qebûl bike û ev jî wiha dike ku dan û standin negihêjin encamê."
Ev daxuyaniyên Îsmaîl Beqayî piştî wê yekê tên ku gera yekem a dan û standinan a li Îslamabada paytexta Pakistanê ji ber nakokiyên li ser mijara nukleerê û garantiyên ewlehiyê bêencam ma.
Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana dorpêça deryayî ya Îranê daye.
Tehran dibêje ku heta ceza neyên rakirin û Washington niyeta xwe ya baş nîşan nede, ew venagerin ser maseya dan û standinan.
Niha herêm di rewşeke hestyar de ye û agirbesta demkî di bin metirsiya hilweşandinê de ye.
Her du alî hevdû bi binpêkirina mercan tawanbar dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse