Rewşa Mucteba Xamineyî çawa ye?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Mucteba Xamineyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî pilebilind ê Ofîsa Rêberê Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku Mucteba Xamineyî " di tenduristiyeke temam de ye".

Wî diyar kir ku Xamineyî birêvebirina kar û barên Îranê, bi taybetî serperiştiya dosyeyên leşkerî û dan û standinên bi Amerîkayê re didomîne.

Medyaya fermî ya Îranê daxuyaniyên Alîkarê Karên Navneteweyî yê Ofîsa Rêberê Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku Mucteba Xamineyî, Muhsîn Qûmî belav kirin.

Muhsîn Qûmî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tenduristiya Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî.

Sedema derneketina li pêşberî medyayê

Qûmî li ser sedema derneketina Mucteba Xamineyî ya di medyayê de anî ziman ku belavkirina nûçeyên li ser xirabbûna tenduristiyê yan jî bêdengiya Xamineyî "fêleke dijminane ye" û anî ziman:

"Dijmin dipirse çima peyamên dengî û vîdeoyî belav nake, yan jî çima ew kesên ku diçin serdana wî napeyivin.

Ev tenê ji bo wê yekê ye ku me bikişînin nav bertekan da ku em agahiyên li ser cihê rûniştina Rêber eşkere bikin.

Ji bo me mijara herî girîng parastina canê Ayetula Mucteba Xamineyî ye."

Birîndarbûna wî ya di destpêka şer de

Qûmî piştrast kir ku Mucteba Xamineyî di destpêka şer de ji ber bombebaranekê birîndar bûye lê bi mucîzeyekê rizgar bûye û got:

"Tevî ku di bûyera bombebarankirina avahiya xwe de birîndar bûbû, Xwedê ew wekî paşeroja Şîeyan parast.

Tenê çend xulekan berî ku bombe li avahiyê bikeve, ji ber karekî pêwîst çûbû hewşa avahiyê û bi vî awayî rizgar bû.

Di wê demê de ew kesên ku di nav avahiyê de mabûn şehîd ketin."

Serperiştiya dan û standinan

Qûmî destnîşan kir ku Mucteba Xamineyî niha ji aliyê tenduristiyê ve "di rewşeke gelekî baş de ye" û bi hûrgilî çavdêriya dosyeyên hestyar dike.

Wî her wiha ragihand ku Rêberê Îranê serperiştiya dosyeyên leşkerî û dan û standinan dike.

Di demên dawî de jî li ser çawaniya tevgera li hemberî rewşên cuda û mijara dan û standinên bi Washingtonê re, rênîşan û têbîniyên taybet dane şandeya dan û standinan a Îranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst