Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Îranê ji bo peymaneke ku şerê bi Amerîkayê re bi dawî bike, pêşniyareke nû pêşkêşî birêvebiriya Pakistanê kir ku di navbera her du welatan de navbeynkariyê dike.
IRNAya ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê di nûçeya xwe de cih da van gotinan:
"Îranê êvara pêncşemê (30ê Nîsanê) metna pêşniyara dawî ya dan û standinê gihand Pakistanê ku di navbera Îran û Amerîkayê de navbeynkar e."
Di nûçeyê de li ser naveroka pêşniyarê ti hûrgilî nehatine parvekirin.
Îranê hefteya borî jî pêşniyara xwe ya ku mercên ji bo bidawîkirina şer tê de bûn, gihandibû Pakistanê da ku ji Amerîkayê re bişîne.
Tengava Hurmizê û çalakiya nukleer
Medyaya Îranê nivîsandibû ku Tehran ji bo bidawîkirina şer a bi awayekî mayînde û vekirina Tengava Hurmizê ji bo dan û standinê amade ye.
Lê Tehranê pêşniyar kiriye ku çalakiyên nukleer ên Îranê piştî agirbesteke mayînde werin nîqaşkirin.
Hat ragihandin ku Trump ev pêşniyara Tehranê qebûl nekiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse