14 leşkerên Îranê mirin

5 demjimêr berê
Nîşan Îran Leşker Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Zencanê ya Îranê ji ber teqîna cebilxaneyên ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê de neteqiyabûn, 14 leşkerên Supaya Pasdaran mirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Farsê, 14 leşkerên Supaya Pasdaran ji ber teqîna bermayiyên şer mirine.

Teqîn di dema lêgerînê de çêbû

Hat ragihandin ku li parêzgeha Zencanê, ew cebilxaneyên ku di dema êrişên Amerîka û Îsraîlê de neteqiyabûn, di dema xebatên lêgerîn û pişkinînê (kontrol) de teqiyane.

Ji ber teqînê 14 leşkerên Supaya Pasdaran mirine û 2 leşker jî birîndar bûne.

Di encama xebatên lêgerîn û pişkinînê yên ku li herêmê didomin de, heta niha zêdetirî 15 hezar cebilxaneyên neteqiyayî hatine tesbîtkirin û tunekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst