Fermandarê Hêza Taybet a Fatihînê hat kuştin

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mihemed Elî Feth Elîzade Hêza Taybet a Fatihînê Supaya Pasdaran a Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku fermandarê Hêza Taybet a Fatihînê Mihemed Elî Feth Elîzade hatiye kuştin.

Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev berpirsê payebilind di êrişên roja çarşemê de hatiye kuştin.

Hêza Taybet a Fatihînê girêdayî Supaya Mihemed Resûlulah e.

Fatihîn: Hêza stratatîjîk a Supaya Pasdaran e

Hêza Fatihîn ji ber xwedîbûna çekên pêşkeftî, yekeya dronan û tîmên paraşûtê wekî yek ji hêzên herî giring ên Supaya Pasdaran tê dîtin.

Navenda fermandariya vê hêzê li Tehranê ye û li hemû parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê baregehên wê hene.

Ev hêz sala 1999an hatiye damezirandin. Erkê wê ya sereke ji xeynî operasyonên taybet, parastina asayîşa navxwe ya bajaran û rûbirûbûna xwenîşandan û rageşiyan e.

Li gorî medyaya Amerîkayê, vê hêzê di serkutkirina xwenîşandanan û şerê navxwe yê Sûriyeyê de roleke çalak lîstiye.

Sala 2017an fermandarê wê demê yê Fatihînê Ebdulah Xesrewî jî li Sûriyeyê hatibû kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst