Qalîbaf: Em bi çekên xwe amade ne, werin meydanê

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mihemed Baqir Qalîbaf Îran Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, peyameke tund ji bo neyarên welatê xwe şand û ragihand ku Îranî amade ne ji bo parastina axa xwe xwînê birjînin.

Mihemed Baqir Qalîbaf got, "Her kesê ku bixwaze were ser mala me, dê rûbirûyî hemû malbata me bibe."

Mihemed Baqir Qalîbaf li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û behsa rabirdûya xwe û malbata xwe ya di şer de kir.

Qalîbaf got, "Dema ez 18 salî bûm, min çek hilda û ji bo parastina axa Îranê berê xwe da eniyên şer."

"Hesenê birayê min her tiştê xwe feda kir"

Serokê Parlamentoya Îranê behsa birayê xwe yê hatî kuştin jî kir û wiha li pey çû:

"Hesenê birayê min di heman şerî de her tiştê xwe feda kir û ti carî venegeriya.

Heya niha êşa windakirina wî û hesreta hembêzkirina wî di hundirê min de ye. Ew êş ti carî mirov naterikîne."

Qalîbaf diyar kir ku Îranî ne şerxwaz in lê dema metirsî li ser axa wan hebe hemû dibin leşker.

Serokê Parlamentoya Îranê got, "Me her tiştê xwe; ciwanî, xwîn û paşeroja xwe feda kir."

7 milyon kes ji bo şer amade ne

Serokê Parlamentoya Îranê behsa kampanyaya niştimanî ya nû kir û got:

"Di nava kêmtirî hefteyekê de, li seranserê welat kampanyaya mezin dest pê kiriye.

Di vê kampanyayê de nêzîkî 7 milyon Îraniyan navê xwe tomarkiriye û amadehiya xwe nîşan dane ku rahêjin çekê û parastina niştiman bikin."

Qalîbaf di dawiya peyama xwe de bi zimanekî tund hişyarî da neyarên Îranê û wiha domand:

"Îranî tenê behsa parastinê nakin, xwînê jî ji bo wê dirêjin.

Me berê ev yek kir û niha jî em amade ne ducare bikin.

Eger hûn werin ser mala me, hûn dê rûbirûyî hemû malbata me bibin. Em bi çekan û bi serbilindî li benda we ne, kerem bikin va ye meydan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst