Hewlêr (Rûdaw) - Weşana kanalên televîzyonê yên dewleta Îranê û saziyên wê, li ser setalîtên Hotbird a Ewropayê û Arabsatê ya herêmî hat rawestandin.
Hat ragihandin ku ji nîvroya îro ve hemû frekansên Îranê yên li ser wan peykan bi temamî ji kar ketine.
Li gorî agahiyan, li ser wan frekansên ku berê bi dehan kanalên Îranê lê bûn, niha ti sînyal nayê wergirtin.
Di nav wan kanalên ku hatine rakirin de, Press TVya Îngilîzî û El-Alema Erebî ku ji bo derveyî welat weşanê dikin, tevî hemû kanalên nûçeyan ên fermî yên dewletê hene.
Ji 28ê Sibata 2026an ve, Amerîka û Îsraîlê li dijî gelek navendên hestiyar ên li navxweya Îranê dest bi êrişeke berfireh û hevpar kiriye.
Li hemberî vê yekê, Supaya Pasdaran a Îranê bi çend pêlên mûşekên balîstîk û dronên xwekuj, baregehên Amerîkayê yên li welatên Kendavê û çend armancên li nav Îsraîlê kirin hedef.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse