Îran: Em li benda êrişa bejayî ya Amerîkayê ne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Îsraîl Ebûlfazl Şîkarçî Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Sererkaniya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê General Ebûlfazl Şîkarçî diyar kir ku ew li benda êrişa bejayî ya Amerîkayê ne.

Şîkarçî got, "Em ê wilo dersê bidin wan ku êdî tu carî nefikirin welatekî dagir bikin."

Şîkarçî beşdarî bernameyeke televîzyona dewletê bû û daxuyaniyên Donald Trump nirxandin.

Ebûlfazl Şîkarçî diyar kir ku Amerîkayê li hemberî Îranê hesabên şaş kirine û wiha peyivî:

"Trump bi hesabên şaş ketiye nav şer û bêhincet êrişî gelê Îranê kir.

Em tenê bersiva wan didin, em ne şerxwaz in. Wan li Mînabê bi mûşekên Tomahawk li dibistanekê xistin û xwîna zêdetirî 160 zarokan rijandin.

Ev yek bêçaretiya Amerîka û Trump nîşan dide."

Berdevkê Sererkaniya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê her wiha anî zimên ku Amerîka bi kuştina Elî Xamineyî wilo hesibandiye ku Îran dê bêserkirde bimîne lê ew her tim di nav nezanînê de ne.

"Em ê karesatê bînin serê leşkerên Amerîkayê"

Berdevkê Îranî li ser îhtimala şerê rûbirû jî hişyarî da û got, "Di şerê rûbirû de em dê wilo karesatê bînin serê Amerîkiyan ku êdî ti kes di nifşên bê de nexwaze bi dildarî tevlî artêşa Amerîkayê bibe.

Me li baregehên wan xist û leşkerên wan baregehên xwe terikandin."

Şîkarçî di dawiya axaftina xwe de tawanbariya "mertalê mirovî" li Amerîkayê kir û got:

"We xelkê herêmê wekî mertal bi kar anî. Îro hûn li bender, kargeh, ofîs û otelan xwe vedişêrin da ku windahiyên we nebin.

Lê di êrişa bejayî de ti penageh û mertalên wilo nînin. Em ji bo senaryoyeke wilo gelekî bihêz amade ne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst