کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

A-10 Warthog / Wêne: U.S. Air Force

A-10 Warthog / Wêne: U.S. Air Force

ÎRAN

Îran: Me balafireke din a Amerîkayê xist xwarê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

03-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

03-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê
ÎRAN16-11-2026

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê

Îranê daxwaza Almanyayê red kir
ÎRAN15-11-2026

Îranê daxwaza Almanyayê red kir

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît
ÎRAN15-11-2026

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Baregeha Xatemul Enbiyayê ya Îranê Îbrahîm Zulfîqarî ragihand ku hêza wan a asmanî balafireke din a Amerîkayê xistiye xwarê û ew balafir ketiye nav avên Kendavê.

Îbrahîm Zulfîqarî îşev di daxuyaniyekê de got ku îro artêşa Îranê "balafireke şer a bipêşketî ya dijmin" li başûrê Girava Qeşmê û di navbera giravên Hengam û Qeşmê daye erdê.

Zulfîqarî diyar kir ku balafir ketiye nav avên Kendavê.

Rojnameya New York Timesê ya Amerîkayê jî belav kir ku du berpirsên Amerîkayê ragihandiye ku ew balafir îro hatiye têkbirin û ketiye nav avên Kendavê.

Wan berpirsan ji rojnameyê re gotiye ku balafir A-10 Warthog bûye.

Li gorî heman çavkaniyê, balafir li nêzîkî Tengava Hurmizê ketiye û pîlotê wê hatiye rizgarkirin.

Çarenivîsa tîma balafira yekem

Medyaya Îranê dîsa îro ragihandibû ku wan balafireke Amerîkayê xistiye xwarê.

Pişt re berpirsên Amerîkayê jî ketina wê balafirê piştrast kiribû.

Piştî belavbûna nûçeya xistina balafira yekem, ji bo dîtina tîma wê balafirê li nav axa Îranê hemleyeke lêgerînê dest pê kir.

Medyaya Amerîkayê jî ragihand ku yek ji endamên tîmê hatiye dîtin û rizgarkirin lê çarenivîsa yê din hîn ne diyar e.

Pirsên