Keştiyeke Îranê dorpêça Amerîkayê derbas kir

10 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Keştî Dorpêça Amerîkayê Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tankereke petrola xav a gelekî mezin a bi navê "HUGE" astengiya dorpêça Amerîkayê derbas kir.

Ev tanker a Şirketa Tankeran a Neteweyî ya Îranê (NITC) ye.

Hat diyarkirin ku tankera Îranê gihîştiye avên Rojhilata Dûr.

Ajansa Nûçeyan a Farsê amarên sefera navneteweyî ya vê tankerê eşkere kirin.

Di tankerê de zêdetirî milyonek û 900 hezar bermîl petrola xav heye.

Bihayê vê petrolê nêzîkî 220 milyon dolarî ye.

Pergala xwe girtiye

Li gorî amaran, ev tanker herî dawî li peravên Srî Lankayê hatiye dîtin.

Tankerê ji 20ê Adara 2026an pê ve pergala xwe ya nasnameyê ya otomatîk (AIS) girtiye û taktîkên veşartî bi kar anîne.

Hat destnîşankirin ku tanker di ser Gengava Lombokê ya li Endonezyayê re ber bi Giravên Riauyê ve diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst