Îsraîlê 300 platformên mûşekan rûxandin, Îran jî dibêje 170 xwendekar û mamoste hatin kuştin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îsraîl Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rojên yekem, duyem û sêyem doh sêşemê ku roja çarem a şer bû, êrişên asmanî yên hêzên Amerîka û Îsraîlê kêmtir bûn û wan giranî da ser Tehranê.

Îsraîlê ragihand ku wan heta niha 1200 êriş birine ser Îranê, 2 hezar pêgehên Komara Îslamî ya Îranê kirine armanc û 300 platformên avêtina mûşekan li nav Îranê rûxandine.

Li gorî zanyariyên belavbûyî, ev du roj in Amerîka û Îsraîl hewl didin civîna Meclisa Şarezayê ya Birêvebiriya Îranê bikin armanc ku tê gotin ku dê ji bo hilbijartina rêberê paşerojê yê Komara Îslamî pêk bê.

Heta niha ji ber metirsiya êrişkirina li ser civînan, li gorî Ajansa Fars Newsê du civîn bi awayê online hatine kirin û tê gotin ku hefteya bê civînek dê were kirin.

Doh piştî nîvro li bajarê Qumê, ofîsa Meclisa Şarezayê ya Rêberiya Îranê ya wî bajarî hat armanckirin.

Destpêkê hat gotin ku ew ofîs di dema civîna meclisê ya ji bo hilbijartina rêber de hatiye armanckirin lê medya û rayedarên Îranê ev yek red kir.

Her wiha derengiya şeva duşemê, avahiya Meclisa Şarezayê ya Birêvebiriya Îranê ya li Tehranê hat armanckirin.

Ew meclis civînên xwe li avahiya berê ya Parlamentoya Îranê bi rê ve dibe û kar û barên îdarî yên meclisê jî her li wir tên meşandin.

Heta niha ne diyar e ka dê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê kengî bê hilbijartin.

Ajansa Farsê ya nêzîkî Artêşa Pasdaran, şeva sêşemê belav kir ku Meclisa Şarezayan mijûlî hilbijartina rêberê nû ye lê civînên wan bi awayekî asayî naçin serî.

Ajansê ragihand ku dê di demek nêzîk de şûngirê Elî Xamineyî bê hilbijartin.

Êrişên li ser Tehranê zêde bûn

Roja sêşemê li gorî rojên borî êriş kêmtir bûn lê li parêzgehên Tehran, Qum, Isfehan, Hurmuzgan, Erdebîl û Sîstan û Belûçistanê çend navend û baregehên leşkerî hatin armanckirin.

Amerîka û Îsraîlê di roja çarem a şer de li Tehranê çend cih kirin armanc.

Li gorî zanyariyên ku belav bûne, şeva sêşemê cihek li bajarokê pîşesazî yê taxa Hekimiyeyê ya li rojhilatê Tehranê hat bombebarankirin.

Êvara sêşemê çend cih li taxa Fekuriyê ya Tehranê hatin bombebarankirin.

Di êrişan de çend avahî hatin armanckirin ku herî kêm yek ji wan ewlehî û leşkerî ye.

Careke din Balafirgeha Mehrabadê û baregeha hêza asmanî ya Erteşê  li Tehranê hatin bombebarankirin.

Her wiha li derdora Meydana Azadiyê ya bajêr jî çend cih hatin bombebarankirin.

Doh piştî nîvro, li taxên Eqdesiye û Cemaran, derdora Meydana Inqilabê û li Kolana Medeniyê jî li çend cihan xistin.

Li ser rêya sereke ya Tehran-Kerecê, depoyeke mezin a çek û teqemeniyan a Artêşa Pasdaran hat armanckirin.

Li gorî vîdeoyên belavbûyî, piştî bombebaranê agirekî mezin bi wî cihî ketiye.

Yek ji wan navendên din ên ewlehî û leşkerî ku doh li Tehranê hat armanckirin, avahiya rêxistina îstixbaratê ya fermandariya polîsên Îranê bû.

Li gorî wêne û vîdeoyên belavbûyî, avahî bi temamî rûxiya ye.

Li girava Kîşê, li gorî vîdeoyên ku hatine belavkirin, baregeha pergala radarê ya hêza deryayî ya Supaya Pasdaran bi temamî hatiye rûxandin.

Her wiha derdora Balafirgeha Kîşê careke din hat bombebarankirin.

Şeva sêşemê di hinek medyayê de hat belavkirin ku êrişeke bejayî li bendera Çabeharê ya li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hatiye kirin.

Lê qeymeqamê bajêr ev yek red kir û ragihand ku kontrola bajêr di destê wan de ye.

Daxuyaniya Pasdaran: 170 xwendekar û mamoste hatin kuştin

Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de ragihand ku Amerîka û Îsraîl êrişî dibistan, nexweşxane, stadyum, xwaringeh û holên merasîman dikin.

Hat ragihandin ku ji ber vê yekê heta niha zêdetirî 700 kes hatine kuştin û 170 kes ji wan xwendekar û mamoste ne.

Ev daxuyaniya Artêşa Pasdaran di demekê de ye ku rêxistinên mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê belav kirine, fermandar û berpirsên ewlehî û leşkerî baregehên leşkerî vala kirine û li nexweşxane, dibistan û holên merasîman bi cih bûne.

Artêşa Îranê doh piştî nîvro di daxuyaniyekê de ragihand ku wan ji destpêka şer ve 35 dronên pêşketî yên Amerîka û Îsraîlê xistine xwarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst