Hewlêr (Rûdaw) - Ji şeva borî heta sibeha çarşemê, êriş û bombebaranên artêşa Amerîka û Îsraîlê yên li ser parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê berdewam kirin.
Li bajarên Tehran, Kerec, Isfehan, Qum û Şîrazê dengê teqînên bihêz hatin bihîstin.
Navendên leşkerî yên li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê jî hatin armanckirin.
Nûçeyên li ser êrişa li dijî tesîsa nukleer a Netenzê ya li Isfehanê belav bûn lê medyaya fermî ya Îranê hîn ev yek piştrast nekiriye an jî red nekiriye.
Ajansa ISNAyê ragihand ku di êrişeke li ser Isfehanê de yek ji fermandarên Supaya Pasdaran Abdulhemîd Rehber û 4 leşker hatine kuştin.
Îsraîl: Me pêleke nû ya êrişan da destpêkirin
Artêşa Îsraîlê sibeha çarşemê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku wan li nav Îranê li dijî gelek armancên cuda pêleke nû û berfireh a êrişan daye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nava armancên vê pêla nû de "platformên mûşekan, pergalên parastina asmanî û binesaziyên din ên leşkerî yên Îranê" hene.
Hat ragihandin ku ji ber qutbûna înternet û xetên telefonê yên li Îranê, gihandina zanyariyan a ji nav welêt û Rojhilatê Kurdistanê gelekî zehmet bûye.
HRANA: 1097 sivîlan canê xwe ji dest daye
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda wê li Amerîkayê ye, di rapora xwe ya dawî de ragihand ku ji 28ê Sibatê ve herî kêm 1097 sivîlan li nav Îranê canê xwe ji dest daye.
Li gorî daneyên ajansê, di nava kuştiyan de 181 zarokên di bin 10 saliyê de hene.
Hejmara birîndaran jî gihiştiye 5 hezar û 402yan ku 100 ji wan zarok in.
CENTCOM: 17 keştiyên Îranê hatin îmhakirin
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) eşkere kir ku heta niha 17 keştiyên şer ên Îranê hatine îmhakirin û li nav Îranê êrişî 2 hezar armancan hatiye kirin.
Fermandariyê di vîdeoya li ser platforma Xê de got, "Niha li Kendavê, Tengava Hurmizê yan jî Deryaya Umanê ti keştiyên Îranê tev nagerin."
Fermandarê CENTCOMê diyar kir ku zêdetirî 50 hezar leşker, 200 balafirên şer û du keştiyên balafiran beşdarî operasyonan bûne û kapasîteya leşkerî hatiye zêdekirin.
Fermandariyê her wiha ragihand ku Îranê di êrişên tolhildanê de zêdetirî 500 mûşekên balîstîk û 2 hezar dron bi kar anîne.
Hat destnîşankirin ku pergala parastina asmanî ya Îranê lawaz maye û di êrişên Amerîka û Îsraîlê de bi sedan mûşekên balîstîk, platformên mûşekan û dronên Îranê hatine îmhakirin.
Pasdaran: Hêzên bejahî jî tevlî şer bûn
Artêşa Pasdaran a Îranê di rapora xwe ya 18an de ragihand ku hêzên bejahî jî tevlî şer bûne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên bejahî bi 3 operasyonên hevdem û 230 dronên bombekirî beşdarî êrişan bûne.
Hat gotin ku baregeha Amerîkayê ya li Hewlêrê, baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê û baregehên Amerîkayê yên Elî Salim û Arifjan ên li Kuweytê hatine armanckirin.
Medyaya Îranê Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê nivîsand ku Artêşa Pasdaran ji bo bêbandorkirina pergalên parastina mûşekî yên Amerîka û Îsraîlê taktîkeke leşkerî ya qonax bi qonax bi cih aniye.
Li gorî nûçeyê, di qonaxa yekem de mûşekên sotemeniyê yên şil tên bikaranîn; ev mûşek dema diteqin dibin gelek parçeyên serbixwe û pergalên parastinê neçar dimînin di heman demê de gelek mûşekan biteqînin.
Vê yekê li Îsraîlê di heman demê de rê li ber gelek teqînan vekir.
Di qonaxa piştre de, dema ku pergalên parastinê mijûl in, mûşekên din ên sotemeniya hişk dikevin dewrê û îmhakirina wan zehmettir dibe.
Rêberê nû hat diyarkirin?
Piştî êrişa li ser avahiya Meclisa Xubreyan, gotegotên ku meclisa 88 endamî civîneke lezgîn kiriye û hewl daye rêberê nû diyar bike belav bûn.
Hinek dezgehên medyayê ku Hesen Rûhanî û kurê Elî Xamineyî, Mucteba Xamaneyî wekî namzed hatine nîşandan derewandin.
Lê piştre hinek çavkaniyan îdia kir ku endamên Meclisa Şarezayan civîneke online kiriye û bi zexta Supaya Pasdaran Mucteba Xamineyî wekî rêberê nû û şûngirê bavê xwe hatiye diyarkirin.
Hat gotin ku ev îdia dibe ku îro çarşemê bi fermî were ragihandin lê heta niha piştrastkirineke fermî nehatiye kirin.
Endamê Meclisa Şarezayan: Me pêvajo da destpêkirin
Endamekî Meclisa Şarezayan a Îranê diyar kir ku tevî şert û mercên hestyar ên heyî wan pêvajoya hilbijartina rêberê nû yê Komara Îslamî daye destpêkirin û got, "Rêberê sêyem ê Îranê dê bibe kesekî rêvebir, bibiryar û wêrek."
Muhsîn Tahîrî li ser diyarkirina şûngirê Elî Xamaneyî got:
"Niha em di pêvajoya hilbijartina rêberê nû de ne. Endamên Meclisa Şarezayan, tevî şertên taybet û berpirsyariyên giran dest bi xebatên hilbijartina rêberê nû yê şoreşê kiriye."
Tahîrî her wiha got, "Wekî rêberê sêyem ê Komara Îslamî ya Îranê û îmama Misilmanan em dê kesekî hilbijêrin ku xwediyê şertên herî bilind ên pêwîst ên ji bo vê meqama pîroz be."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse