Tehran: Me bi temamî Tengava Hurmuzê kontrol kir

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Supaya Pasdaran Tengava Hurmuzê Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di roja pêncem a şerê Rojhilata Navîn de, Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku wan Tengava Hurmuzê bi temamî kontrol kiriye.

Di heman demê de Îsraîlê êrişeke nû bir ser Tehranê û çend armancên Hizbulahê yên li Libnanê.

Îsraîlê careke din Tehran bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan roja çarşemê li Tehranê dest bi pêleke nû ya êrişên asmanî kiriye.

Dengê teqînekê li bakurê rojhilatê paytexta Îranê hat bihîstin.

Artêşa Îsraîlê dibêje ku wan "bi dehan" armanc bombebaran kirine û pêkane ku di nav wan de navendên fermandariya ewlehiyê yên li Tehranê jî hene.

Keştiyeke şer a Îranê noqî avê bû

Hikûmeta Srî Lankayê ragihand ku keştiyeke şer a Îranê ya ji cureyê "Frigate" ku 180 rêwî tê de bûn li derveyî avên herêmî yên wî welatî ji ber teqînekê noqî avê bûye.

Wezîrê Karên Derve yê Srî Lankayê ragihand ku wan 32 deryavan rizgar kirine ku bi "giranî birîndar" bûne.

Hat diyarkirin ku wan deryavanan piştî ku keştiyê (IRIS Dena) daxwaza alîkariyê kiribû hatine rizgarkirin.

Gumanên Kanadayê

Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney ragihand ku êrişên hevpar ên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê cihê gumanê ne.

Carney got, "Li gorî delîlên destpêkê, wisa xuya dike ku êriş bi qanûnên navneteweyî re naguncin."

Kontrolkirina Tengava Hurmuzê û gefên Îranê

Supaya Pasdaran ragihand ku hêzên Îranê Tengava Hurmuzê "bi temamî kontrol" kiriye ku rêyeke serekî ya enerjiya cîhanê ye.

Pasdaran hişyarî da ku her keştiya bixwaze derbas bibe metirsiya lêketina mûşek û dronan li ser heye.

Li beramberî vê yekê, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Hêza Deryayî ya Amerîkayê amade ye li wê navçeyê parastina tankerên petrolê bike.

Merasîma veşartina Xamineyî

Televîzyona fermî ya Îranê belav kir ku ji êvara çarşemê ve merasîma fermî ya veşartina Elî Xamineyî dest pê dike û dê 3 rojan biajo.

Xamineyî 28ê Sibatê di êrişên Amerîka û Îsraîlê de hat kuştin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê hişyarî da ku her kesê ku bibe cîgirê wî dê bibe armanca kuştinê.

Herifîna borsayên Kendav û Asyayê

Piştî 2 rojên rawestandina karên wan ji ber êrişên Îranê, borsayên Dubaî û Ebû Dabiyê çarşemê bi daketineke mezin vebûn.

Borsaya Dubaîyê ji sedî 4,7 û ya Ebû Dabiyê ji sedî 3,5 daketin.

Her wiha pişkên Seulê yên li Koreya Başûr zêdetirî ji sedî 12 daketin di demekê de ku bihayê petrolê bilind bûye.

Zengilên hişyariyê li Îsraîlê

Çarşemê mûşekên Îranê li piraniya navçeyên Îsraîlê, di nav wan de li Tel Evîvê jî, zengilên hişyariyê dan lêdan.

Heta niha zanyarî li ser ziyanên canî tunin lê parçeyekî mûşekê li nêzîkî Qudsê bûye sedema şewatê.

Teqînên li Beyrût û bajarên din

Balafirên şer ên Îsraîlê pêgehên Hizbulahê yên li taxa başûr a Beyrûtê bombebaran kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrişeke din a Îsraîlê de ya li ser du bajarokên başûrê Beyrûtê 6 kesan canê xwe ji dest da û 8 kesên din jî birîndar bûn.

Her wiha êrişî otelekê li navçeya Hazmiyeyê û avahiyekê li bajarê Beelbekê hat kirin.

Pêkana 2 hezar armancan li nav Îranê

Fermandarê Hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn Admiral Brad Cooper ragihand ku heta niha li nav xaka Îranê hatine nêzîkî 2 hezar armanc hatine bombebarankirin.

Êrişa li ser Konsulxaneya Amerîkayê ya li Dubaîyê

Êrişeke dronî li nêzîkî Konsulxaneya Amerîkayê ya li Dubaîyê bû sedema şewatê.

Ev di demekê de ye ku Amerîkayê destûr daye karmendên nûnertiyên xwe yên dîplomatîk ên li Erebistana Siûdî, Qibris û Umanê ku wan welatan biterikînin.

Her wiha Amerîkayê ferman daye "karmendên nepêwîst" ên li konsulxaneyên Lahor û Karaçiyê ku Pakistanê biterikînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst