Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku balafireke şer a F-15 li Îranê hat xistin, hêzên Amerîka û Îsraîlê ji bo dîtina pîlotekî winda dest bi operasyonekê kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî got, “Em hêvî dikin ku zerer negihêjê lê em di şer de ne.”
Donald Trump di pêwendiyeke telefonî de li gel rojnameya Independentê, nexwest behsa wê yekê bike ku eger pîlotê winda bikeve destê Îranê dê berteka welatê wî çi be.
Trump tenê got, “Ez nakevim nav hûrgiliyan çimkî em hêvî dikin ku rûdaneke wiha çênebe.”
Ew balafira şer ku 2 pîlot tê de bûn, li asmanê Îranê hat lêdan û pîlot neçar man xwe biavêjin.
Yek ji pîlotan ji aliyê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ve hat dîtin lê pîlotê duyem heta niha winda ye.
Ev ji sala 2003yan û Şerê Îraqê ve cara yekem e ku pîlotekî Amerîkayî li nav axa "dijmin" balafira wî tê xistin û winda dibe.
Îran xelateke mezin dide
Hevdem li gel operasyona lêgerînê ya Amerîka û Îsraîlê, televîzyona fermî ya Îranê daxwazê ji welatiyan dike ku her zanyariyeke wan li ser “pîlotê dijmin” hebe bidin polîsan.
Her wiha soza xelateke mezin hatiye dayîn ji bo ew kesên ku pîlot desteser dikin yan jî dikujin.
Ji 28ê Sibatê ve, piştî ku Donald Trump fermana êrişên berfireh ên li Îranê da, ev balafira şer a çarem û balafira leşkerî ya şeşem a Amerîkayê ye ku têk diçe.
Doh jî balafireke din a cureyê A-10 ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû lêdan.
Lê belê pîlotê wê karîbû xwe bigihîne asmanê Kuweytê û li wir bi silametî danî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse