Bombebarana pîşesaziya polayê Îranê ber bi rûxînê ve dibe?

2 demjimêr berê
NASIR PÎROTÎ
Nîşan Îran Îsraîl Pola
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîl bi dijwarî êrişî tesîsên pîşesaziyê yên hilberîna polayê yên Îranê dike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje ku wan zêdetirî ji sedî 70yê hilberîna polayê ya Îranê ji holê rakiriye.

Îranê heta niha ev amar piştrast yan red nekirine lê eger ev rêje rast be, zerereke gelekî mezin gihîştiye aboriya Îranê.

Îranê jî wekî bersiv êrişî çend fabrîkeyên hesin ên li Îsraîlê û çend fabrîkeyên aleminyumê yên li Behreyn û Îmaratê kir.

Êrişên li pîşesaziya polayê

Îsraîlê di hefteya çarem û pêncem a şer de, gelek caran bi tundî tesîsên pîşesaziyê yên Pola Mobarekeyê ya Îsfehanê, Helandina Hesîn a Îsfehanê û Pola Xuzistanê bombebaran kirin.

Ev her sê tesîs stûna pişta pîşesaziya pola û hesin ên Îranê ne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja înê ragihand, di êrişên wan ên asmanî de wan karîbûye ji sedî 70yê şiyana hilberîna polayê ya Îranê ji holê rakin.

Hikûmet û Wezareta Pîşesaziyê ya Îranê êrişên li wan tesîsna piştrast kirin lê heta niha amarên zerer û ziyanê eşkere nekirine.

Her wiha artêşa Îranê ragihand ku wan wekî tolhildanê, rêzeêrişên mûşekî birine ser baregehên Amerîkayê yên li herêmê û yên li Îsraîlê.

Pîşesaziya polayê armanca sereke ye

Endamê Desteya Serokatiya Parlamentoya Îranê Sedîf Bedrî diyar kir, Amerîka û Îsraîl bi armanca “lêdana li binesaziya sereke ya enerjî û aboriya Îranê û di encamê de bêhîviyekê li cem xelkê çêbikin” êrişî tesîsên pola û hesin dikin.

Li gorî amarên salane, li Îranê her sal di navbera 29 û 32 milyon tonan de pola tê hilberîn.

Encumena Polayê ya Cîhanê destpêka 2026an ragihandibû ku 2025an hilberîna Îranê nêzîkî 32 milyon tonî bû.

Îran di hilberîna polayê de di rêza 10an a cîhanê de ye.

Dahata giştî ya vê pîşesaziyê di navbera 12 û 15 milyar dolarî de ye û ji sedî 25 heta 30yî berhemên wê dişînin derveyî welat.

Di 15 salên dawî de ku cezayên giran li ser firotina petrola Îranê hene, rola pola û keresteyên petrokîmyayê di aboriya Îranê de hîn bêtir bûye.

Pîşesaziya polayê ya kî ye?

Beşek ji van şirketên polayê yên "Kompanyaya Niştimanî ya Polayê ya Îranê" û "Wezareta Pîşesaziyê" ne, hinek jî wekî sektora taybet dixebitin.

Hilberînerê herî mezin ê pola yê bi navê sektora taybet dixebite "Giruha Veberhênanê ya Gedîr" e.

Ev şirket 1991ê ji aliyê “Binyada Mustezefan” (Binyada Bindestan) ve hatiye avakirin.

Ev binyad rasterast bi Ofîsa Rêberê Îranê ve girêdayî ye û beşeke zêde ya xerciyên darayî yên Supaya Pasdaran dabîn dike.

Para Rojhilatê Kurdistanê di vê pîşesaziyê de

Bi giştî zêdetirî 100 yekeyên pîşesaziyê yên pola û hesin li Îranê hene lê tenê 4 fabrîkeyên mezin li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Li parêzgeha Urmiyeyê fabrîkeyek, li Kirmaşanê fabrîkeya Polayê ya Rojavayê û li Loristanê jî du tesîsên hilberînê hene.

Her wiha 5 sal in ku li bajarê Qurweyê yê parêzgeha Sineyê bingeha projeya "Pola Kurdistanê" hatiye danîn lê hîn neqediya ye.

Para fabrîkeyên Rojhilatê Kurdistanê di hilberîna giştî ya Îranê de nagihîje ji sedî 1ê.

Ji ber vê yekê, bombebarankirina pîşesaziya polayê ya Îranê rasterast bandoreke xerab li binesaziya aboriya Rojhilatê Kurdistanê nake.

Lê eger hilberîna li Îranê kêm bibe, tê payîn ku bihayê pola û hesin li bazarê biha bibe û ev yek dê bandorê li Rojhilatê Kurdistanê jî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst