Hewlêr (Rûdaw) - Bombarana baregehên ewlehî, leşkerî û dezgehên hikûmetê yên li deverên cuda yên Îranê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve didome.
Di roja şeşem a êrişan de, gelek cihên neleşkerî ku tê gotin hêzên Komara Îslamî ya Îranê tê de bi cih bûne, bûn armanc; hikûmeta Îranê eşkere dike ku ew cihên hikûmetê ne, ne leşkerî û ewlehî ne.
Heyva Sor a Îranê diyar dike ku, di pênc rojan de hêzên Amerîka û Îsraîlê bi mûşek, dron û balafiran nêzîkî 3,500 cih li Îranê bombebaran kirine.
Di roja şeşemîn a şer de, êrişên herî zêde li ser Tehran û derdora wê bûn û hêzên leşkerî bûn armanca sereke. Berpirsekî Komara Îslamî ya Îranê diyar dike ku, wan ji bo şerekî demdirêj amadekarî kiriye.
Tehran
Ji saet 18:00ê pêncşemê ve careke din dengê çend teqînên bihêz li Tehranê hatin bihîstin û medyaya Îranê diyar dike ku sîstema parastina asmanî hatiye çalakirin.
Li rojhilatê Tehranê agirekî mezin derket û medyaya fermî ya Îranê eşkere kir ku agir ji ber bombebarana balafiran derketiye.
Roja pêncşemê careke din ofîs û avahiyên girêdayî Wezareta Îtlaetê yên li nava bajarê Tehranê hatin bombebarankirin.
Her wiha çend komelgehên werzişî yên girêdayî Şaredariya Tehranê û avahiyeke şaredariyê hatin armanckirin.
Şaredariya Tehranê ragihand ku komelgeha werzişî ya "Be'set", Stadyuma Azadiyê, parka avî ya "Azadegan", "Komelgeha Werzişî ya Îsmaîlî" û "Hola Werzişî ya Eskenderlû" li nava bajarê Tehranê hatine bombebarankirin.
Li gorî hinek çavkaniyên herêmî, hejmareke zêde ya hêzên taybet ên polîs û artêşê di wan cihên werzişî de bi cih bûbûn.
Baregehên polîs ên (138ê Cenetabad, Şahînê Bakur, 169ê Muşiriye, 121ê Suleymanî û baregeha polîs a li Cadeya Zencanê) li nava Tehranê hatin bombebarankirin.
Serbazgeha Supaya Pasdaran a li bajarê Perendê yê ser bi Rubat Kerîm a li başûrê rojavayê Tehranê jî hate bombebarankirin.
Qaymeqamê Rubat Kerîm ragihand ku di êrişên Pêncşemê de 3 kes hatine kuştin û 56 kes birîndar bûne û "piraniya qurbaniyan sivîl in."
Her wiha baregeheke polîs a li bajarê Endîşeya rojavayê Tehranê hate bombebarankirin.
Dezgehên din ên Îranê
Piştî nîvroya pêncşemê, komelgehek li ser rêya Zencan-Qezwînê hate armanckirin.
Medyaya Îranê belav kir, di wê êrişê de 17 kes hatine kuştin û 12 kes birîndar bûne. Polîsê rêyên Qezwînê piştî bombebaranê ragihand ku rêya sereke ya Qezwîn-Zencanê hatiye girtin.
Li derdora bajarê Tebrîzê, careke din baregehên Supaya Pasdaran hatin bombebarankirin.
Piştî bombebaranê dengê teqînên bihêz û dûmaneke zêde ji cihê bûyerê bilind bû.
Li Cadeya Darayî ya bajarê Meraxeyê yê parêzgeha Azerbaycana Rojhilat (Tebrîz), baregeheke Supaya Pasdaran hate bombebarankirin.
Li gorî vîdeoyan, ew cihê hatiye armanckirin beşa îstixbaratê û girtîgeha Supaya Pasdaran a li Meraxeyê bûye û zirarên mezin dîtine.
Birêvebiriya Veterîneriya parêzgeha Azerbaycana Rojhilat eşker kir ku cihê ragirtin û xwedîkirina hespan a li ser rêya Tebrîz-Sofyanê hatiye armanckirin.
Her wiha roja pêncşemê li bajarên Îsfahan, Necefabad, Xumeynişar, Aran û Bîdgul, Kaşan, Felawercan û Lincan ên parêzgeha Îsfahanê, gelek baregehên leşkerî hatin bombebarankirin.
Li parêzgeha Hemedanê, şeva pêncşemê 6 cih bûn armanc. Medyaya Îranê belav kir, li bajarê Melayerê yê parêzgeha Hemedanê fabrîqeyeke kaxezan û her wiha holeke şahiyan hatin armanckirin.
Dibêjin, di êrişan de kesek hatiye kuştin û 3 kes birîndar bûne.
Berbanga pêncşemê, baregehên hêza deryayî ya artêşê li bajarê Bender Ebas ê başûrê Îranê hatin bombebarankirin.
Berbanga pêncşemê li bajarê Bûşehr ê başûrê Îranê, navenda fermandariya hêza asmanî ya artêşê ya li nêzîkî bajêr bi firokeyan hate armanckirin.
Careke din baregeheke leşkerî ya li nêzîkî balafirgeha girava Kîşê hate armanckirin.
Fermandariya pasewaniya sînor a parêzgeha Xûzistanê roja pêncşemê ragihand, êrişî baregeheke pasewaniya sînor a li wî bajarî hatiye kirin û du kes ji hêzên wan hatine kuştin.
Amara bombebaran û qurbaniyan
Dezgeha Şehîd û Astengdarên Îranê heta niha kuştina 1,230 kesan ji ber êrişên Amerîka û Îsraîlê ragihandiye.
Li gorî amara Rêxistina Heyva Sor a Îranê ku nîvroya pêncşemê belav kir, ji destpêka şer ve, Amerîka û Îsraîlê bi balafir, mûşek û dronan êrişî 174 bajarên Îranê kirine.
Dezgeha Şehîd û Astengdarên Îranê her wiha da zanîn ku bi giştî 1,332 êriş li 636 xalan hatine tomarkirin.
Serokê Rêxistina Heyva Sor a Îranê Pîrhuseyn Kolîvend got, "3646 xanî û avahiyên niştecihbûnê yên ne sivîl û her wiha 528 navendên bazirganiyê bûne armanc.
"Amadebûna Îranê ya ji bo şerê demdirêj"
Îran di warê siyasî, leşkerî û aborî de di rewşeke zehmet de ye, loma tê pêşbînîkirin ku nekaribe ji bo demeke dirêj bergiriyê li vî şerî bike lê berpirsên Îranê dibêjin, wan amadekarî ji bo "şerekî demdirêj" kiriye.
Berdevkê Komîteya Asayîşa Niştimanî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Rezaî got, "Me xwe ji bo şerekî demdirêj amade kiriye" û li gorî wê ezmûna ku di şerê 12 rojî yê sala borî de bi dest xistine, dikarin baştir bergiriyê li êrişan bikin.
Rezaî diyar kir ku Amerîka û Îsraîl nikarin bi Îranê re şerekî demdirêj bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse