Hewlêr (Rûdaw) - Daîreya Pêwendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku hêzên wan balafireke Amerîkayê ya ku li asmanê Îsfehanê li pîlotê winda digeriya xistiye.
Lê belê Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan pîlotê xwe rizgar kiriye û ti zerer negihîştine leşkerên wan.
Supaya Pasdaran a Îranê daxuyaniyek belav kir û got:
"Bi kerema Xwedê, ew balafira dijminê Amerîkî ku li pîlotê wê balafira şer a berê hatibû xistin digeriya, li herêma başûrê Îsfehanê ji aliyê şervanên Îslamê ve hat têkbirin."
Supaya Pasdaran amaje bi wê yekê kir ku wê balafirê di dema wezîfeya lêgerînê ya li ser tîma pîlotên Amerîkî de cihê wan tespît dikir û pişt re hatiye armancgirtin.
Medyaya Îranê li ser vê daxuyaniyê 2 wêne belav kirin.
Di wêneyê yekem de balafirek ketiye û di ya duyem de jî dûxan ji cihê rûdanê bilind dibe.
Heta niha Amerîkayê li ser têkçûna balafireke din a li wê herêmê ti agahiyên fermî belav nekirine.
Trump: Me efserê xwe dît
Beriya daxuyaniya Supaya Pasdaran, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hêzên çekdar di operasyoneke "bêhempa û wêrek" de efserê duyem ê tîma balafira şer a ketiye, ji nav axa Îranê rizgar kiriye.
Donald Trump di peyameke li ser hesabê xwe yê fermî de bi gotina "Me ew dît!" dest pê kir û got:
"Di nav çend demjimêrên borî de, artêşa Amerîkayê yek ji wêrektirîn operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê di dîroka welêt de pêk anî ku yek ji efserên me yên bi qedir ku pileya wî Kolonel e vegerîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse