کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Her du kesên ku hatine îdamkirin / Wêne: IRNA

Her du kesên ku hatine îdamkirin / Wêne: IRNA

ÎRAN

Îranê 2 ciwanên din bi tohmeta êrişa li baregeha leşkerî îdam kirin

RÛDAW

RÛDAW

05-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW05-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê
ÎRAN16-11-2026

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê

Îranê daxwaza Almanyayê red kir
ÎRAN15-11-2026

Îranê daxwaza Almanyayê red kir

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît
ÎRAN15-11-2026

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê 2 kesên ku di dema xwenîşandanên li dijî Komara Îslamî ya Îranê de bi tohmeta "hewldana êrişa li depoya çekan a saziyeke leşkerî" hatibûn tawanbarkirin, danê sibehê hatin îdamkirin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê ku agahiyên xwe spartiye meqamên dadweriyê, Mihemed Emîn Bîglerî û Şahîn Wahîdperes bi tohmeta "têkdana saziyeke leşkerî" hatine îdamkirin.

Saziya Dadweriyê ya Îranê di daxuyaniyeke nivîskî de îdia kir ku wan her du ciwanan di dema xwenîşandanên Kanûna Paşîn de li Tehranê derbasî nav baregeha leşkerî ya bi navê "Şehîd Mehmûd Kaweh" bûne.

Di îdianameyê de hatiye îdiakirin ku wan her du ciwanan avahiyên li herêma leşkerî şewitandine.

Her wiha hatiye îdiakirin ku wan hewl daye dest deynin ser depoyeke çekan ku 20 çekên Kalaşnîkov û 1.800 gule tê de bûne.

Dadgeha Şoreşê ya Îranê bi tohmetên "hevkariya rêxistinên neyasayî", "êrişa li saziyên leşkerî" û "xistina metirsiyê ya ewlehiya giştî" cezayê îdamê dabû Mihemed Emîn Bîglerî û Şahîn Wahîdperes.

Serlêdana wan a îtirazê ji aliyê Dîwana Bilind ve hat redkirin û cezayên wan destê sibehê hatin bicihanîn.

Bîlançoya xwenîşandanan giran e

Xwenîşandanên li Îranê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber krîza aborî, bêqîmetbûna pereyê Îranê li beramberî pereyên biyanî û bihabûna jiyanê dest pê kiribûn û di demeke kurt de belav bûbûn.

Rêxistina HRANAyê ya ku navenda wê li Amerîkayê ye da zanîn ku di xwenîşandanan de 5 hezar û 858 kesan canê xwe ji dest daye û 41 hezar û 283 kes hatine desteserkirin.

Weqfa Şehîd û Gaziyan a Îranê jî îdia dike ku 3 hezar û 117 kes ku di nav de hêzên ewlehiyê û sivîl jî hene hatine kuştin.

Weqfê destnîşan kir ku piraniya wan kuştinan ji aliyê "komên terorîst ên çekdar" ve hatine kirin.

Pirsên