Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Hikûmeta Îranê Fatime Mohajeraniyê ragihand ku ji destpêka şer ve heta niha êrişî 3 hezar û 618 yekeyên niştecihbûnê û bazirganiyê hatiye kirin.
Fatime Mohajeraniyê diyar kir ku van deran di encama êrişan de zerereke mezin dîtiye.
Berdevka Hikûmeta Îranê Fatime Mohajeraniyê roja înê 6ê Adarê li Tehrana paytext di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.
Fatime Mohajeraniyê, Amerîka û Îsraîl tometbar kirin ku ew cihên sivîlan dikin armanc.
"Sivîlan dikin armanc"
Mohajeraniyê destnîşan kir, "Di roja heftemîn a şer de binesaziya bajaran, avahî, yekeyên niştecihbûnê, cihên werzişî û navendên tenduristiyê hatin armanckirin."
Fatime Mohajeraniyê li ser zererên şer amar belav kirin û pê de çû:
"Heta îro 3 hezar û 90 yekeyên niştecihbûnê, 528 cihên bazirganiyê û 13 navendên tenduristiyê ku 9 ji wan ên Heyva Sor in, ji aliyê dijmin ve hatine armanckirin."
Hezar û 332 kesan canê xwe ji dest da
Li aliyê din, Heyva Sora Îranê îro amarên nû yên qurbaniyên şer belav kirin.
Heyva Sor ragihand ku ji destpêka şer ve di êrişên Amerîka û Îsraîlê de hezar û 332 kesan canê xwe ji dest da.
Fatime Mohajeraniyê li ser vê mijarê jî da zanîn ku ji sedî 30ê wan kesên ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê de canê xwe ji dest daye zarok in.
Êrişî stadyuman jî hatiye kirin
Berdevka Hikûmeta Îranê her wiha eşkere kir ku stadyuma Azadiyê ya 12 hezar kesî û stadyuma Biesetê û çend cihên din ên werzişê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatine bombebarankirin.
Ev daxuyaniyên Fatime Mohajeraniyê di demekê de ne ku şer ketiye roja xwe ya heftemîn.
Di roja heftemîn a şer de Amerîka û Îsraîlê li çend bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê êrişî gelek cihan kir.
Di wan êrişan de baregeh û navendên leşkerî, ewlehî û îstixbaratî yên Komara Îslamî ya Îranê hatin armanckirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse