Hewlêr (Rûdaw) - Di roja heftemîn a operasyonên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê de li dijî baregehên leşkerî û ewlehiyê yên Îranê, zêdetirî 20 cih li Rojhilatê Kurdistanê hatin armanckirin.
Di vê pêvajoyê de, balafirên şer û mûşekên her du welatan bi taybetî parêzgehên Kirmaşan, Îlam û Urmiyeyê kirin hedef.
Ji bo yekem car piştî destpêka êrişan, baregehên leşkerî yên li bajarên sînorî yên nêzîkî tixûbê Tirkiyeyê jî hatin bombebarankirin.
Şahidên bûyeran tekez dikin ku balafirên Amerîka û Îsraîlê bi awayekî nizim û demdirêj li ser asmanê parêzgehan dima û ev yek nîşana lawazbûna sîstema parastina esmanî ya Îranê ye.
Rewşa Parêzgehan wisa ye
Parêzgeha Kirmaşanê: Ji nîvê şeva pêncşemê heta piştî nîvroya înê, gelek teqînên bi hêz li hundir û derdora bajarê Kirmaşanê hatin bihîstin.
Baregehên Supaya Pasdaran û navenda polîsan a li ser cadeya "Guzername" bi mûşekan hatin hedefgirtin.
Li Serpêlî Zehawê, avahiya Îtlaeta bajêr di encama êrişê de hilweşiya.
Li Pawayê jî çend baregehên leşkerî hatin bombebarankirin. Hêzên Supaya Pasdaran û parêzgerên sînor li Qesra Şîrîn û hinek herêmên din baregehên xwe vala kirine û leşkeran kincên xwe yên leşkerî guhertine.
Parêzgeha Urmiyeyê: Li bajarê Mehabadê, baregeha parastina esmanî ya Supaya Pasdaran, baregeha polîsan a hejmar 11 û avahiyeke nêzîkî Heyva Sor bi mûşekan hatin armanckirin.
Di encama êrişa li ser baregeha polîsan de, fermandarê baregehê yê bi pileya eqîd, tevî efser û leşkerekî hatin kuştin.
Li Tîkabê, navenda fermanî ya Supaya Pasdaran bi sê mûşekan hat hedefgirtin û ziyaneke mezin dît.
Li Miyanduabê jî, ji bo yekem car pêgeheke leşkerî hat bombebarankirin. Li bajarên sînorî yên wekî Makû, Selmas û Bazirganê jî baregehên Supaya Pasdaran û parêzgerên sînor hatin armanckirin.
Parêzgeha Îlamê: Di roja heftemîn de, fermanberiya parêzgerên sînor, baregeheke Supaya Pasdaran a li cadeya "Beheştî" û baregeheke din a li çarçiya "Miqawimet" hatin bombebarankirin.
Li gorî dîmenan, yek ji baregehan bi temamî wêran bûye. Li navçeyên Ewên, Melikşahî û Awdananê jî navendên leşkerî û avahiyên hikûmî bi mûşekan hatin armanckirin.
Li Awdananê, baregeheke Supaya Pasdaran, yekîneyên parastina esmanî, baregeha Besîc û dibistaneke ku wekî baregeha leşkerî dihat bikaranîn hatin hedefgirtin.
Parêzgeha Loristanê: Li şaredariya Poldûxterê, çend cihên ewlehiyê, di nav wan de baregeha Îtlaata bajêr, hatin bombebarankirin.
Di van êrişan de 6 sivîl birîndar bûn. Medyayên fermî yên Îranê li vê parêzgehê navê 50 kesên ku di êrişan de hatine kuştin belav kirine ku hemû pile-darên leşkerî ne.
Parêzgeha Sineyê: Li Banê baregeha li "Salihawa", li Seqizê jî baregeha "Henzelê" bi mûşekan hatin armanckirin.
Li gorî rêxistina mafên mirovan "Hana", li "Tîpa 228" a artêşê ya li Seqizê, ferman hatiye dayîn ku leşker baregehê vala bikin û vegerin malên xwe. Ji destpêka şer ve li vê parêzgehê zêdetirî 40 cih hatine armanckirin.
Rewşa sivîlan û hişyarî
Li gelek bajaran xelkê sivîl ji ber ku diçin cihên bombebarankirî, dibin qurbanî.
Li Bokanê piştî ku qaymiqamîyet hat bombebarankirin xelk çû cihê bûyerê lê dû re hinek bombeyên din ên ku nehatibûn teqandin di nava sînema ya li hemberî qaymiqamîyetê de teqiyan û bû sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek welatiyan.
Fermandariya Pêwendîdar ya Îranê hişyariyê dide ku "hin ji bombeyan di teqîna yekem de naçirrin û piştre diteqin," ji ber vê yekê divê sivîl bi ti awayî neçin cihên êriş lê bûne.
Çalakvanên li Sineyê dibêjin ku Supaya Pasdaran xwe di nava avahiyên sivîl û xaniyan de vedişêre da ku ji bordûmanê rizgar bibin, ev yek jî metirsiya li ser sivîlan zêde dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse