Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Hêzên Çekdar ên Îranê Îbrahîm Zulfiqarî ragohand ku di 24 demjimêrên borî de 221 leşkerên Amerîkayî hatine kuştin an jî birîndar bûne.
Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Hêzên Çekdar ên Îranê navenda biryardayînê ya leşkerî ya herî bilind a Îranê ye.
Berdevkê wê baregehê Îbrahîm Zulfekarî îro daxuyanî da.
Îbrahîm Zulfekarî got, "Êrişên me yên li dijî berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê û Îsraîlê dê bi tundî berdewam bikin."
Li gorî gotina Zulfekarî, wan di 24 demjimêrên borî de bi mûşek û dronan gelek êriş birine ser baregehên Amerîkayê.
Wî destnîşan kir ku di yek ji wan êrişan de ku li keştiyeke şer ketiye 21 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin û hinek jî birîndar bûne.
Êrişî Îmaratê kirin
Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê her wiha eşkere kir ku wan êrişî Baregeha Leşkerî ya Ezafreyê ya Amerîkayê ya li Îmaratê kiriye.
Zulfekarî îdia kir ku di encama wê êrişê de "Nêzîkî 200 kesî hatine kuştin yan jî birîndar bûne."
Îbrahîm Zulfekarî qala êrişa li ser keştiyeke petrolhilgir a li bakurê Kendavê jî kir û got ku ew keştî ya Amerîkayê bûye.
Navenda herî bilind a biryardayînê
Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê navenda biryardayînê ya leşkerî ya herî bilind a Îranê ye.
Ev navend hevahengiya di navbera artêş û Supaya Pasdaran de dike.
Êrişên dualî berdewam dikin
Berê sibeha 28ê Sibatê, êrişeke berfireh û hevbeş a Îsraîl û Amerîkayê ya li Îranê dest pê kir û heta niha berdewam dike.
Li hemberî vê yekê, hêzên çekdar ên Îranê û bi taybetî Supaya Pasdaran, bi gelek mûşek û dronan êrişî Îsraîlê û baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse