Qalîbaf: Heta baregehên Amerîkayê li herêmê bin, welat aram nabin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mihemed Baqir Qalîbaf Îran Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand ku siyaseta parastinê ya welatê wî neguher e û aştî û aramiya li herêmê girêdayî nemana baregehên leşkerî yên Amerîkayê ye.

Serokê Parlamentoya Îranê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" wiha nivîsand:

"Siyaseta parastinê ya Komara Îslamî ya Îranê li ser bingeha rênimayên Îmamê me yê şehîd hatine pêk anîn."

Qalîbaf bi tundî êrişî hebûna baregehên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê kir û got, "Heta ku baregehên Amerîkayê li herêmê hebin, welat aram nabin."

Serokê Parlamentoya Îranê di peyama xwe de amaje bi yekrêziya navxweyî ya welatê xwe kir û got,"Hemû berpirs û gel li ser vê bingeh û prensîbê yekgirtî ne."

Ev daxuyaniya Qalîbaf di demekê de ye ku herêm di rewşeke hestiyar de ye û berpirsên Îranê tekez dikin ku vekişîna hêzên biyanî yekane rêya seqamgîriya herêmê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst