Pizîşkiyan: Min bi Mucteba Xamineyî re hevdîtinek kir

1 demjimêr berê
Nîşan Pizîşkiyan Mucteba Xamineyî Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku wî bi Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî re hevdîtinek pêk aniye.

Tê gotin ku Xamineyî di êrişeke Amerîka û Îsraîlê de bi giranî birîndar bûye û tedawî dibe.

Li gorî ajansa fermî ya Îranê (IRNA) Pizîşkiyan li ser hevdîtina xwe ya bi Mucteba Xamineyî re agahî dane.

Hevdîtinê du demjimêr û nîvan ajot

Pizîşkiyan diyar nekir ku hevdîtin kengî çêbûye lê got:

"Vê dawiyê min bi Rêberê Şoreşê Ayetulah Seyîd Mucteba Husênî Xamineyî re hevdîtin kir.

Ev hevdîtin di nav atmosfereke samîmî de bû û hevdîtinê nêzîkî du demjimêr û nîvan ajot."

Pizîşkiyan destnîşan kir ku nêrînên Xamineyî yên li ser meseleyan û şêwaza nêzîkbûna wî ya samîmî bala wî kişandiye.

"Divê em sînorên sexte çênekin"

Serokkomarê Îranê di beşeke axaftina xwe de bal kişand li ser xurtkirina “yekîtiya navxwe” û anî zimên:

"Divê em mirovan bi hêsanî bi gendelî, xiyanet an jî sîxuriyê tohmetbar nekin û di navbera beşên cuda yên civakê de sînorên sexte çênekin.

Çimkî îro li welêt di eniya parastinê de kesên ku bi hemû hebûna xwe Îranê diparêzin hene.

Lê belê hinek ji wan berê bi sînor û lêpirsînan re rûbirû mabûn."

Di medyaya Ewropayê de hatibû îdiakirin ku Mucteba Xamineyî 28ê Sibatê di wê êrişa Amerîka û Îsraîlê de ya ku bavê wî Elî Xamineyî tê de hatibû kuştin bi giranî birîndar bûye û li bajarê Qûmê tedawî dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst