Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Encumena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê got, "Kurd bi plana Amerîkayê nehatine xapandin da ku ew wan di şer de bi kar bînin.'
Larîcanî di hevpeyvînekê de bi medyaya welatê xwe re behsa 8 rojên şerê welatê xwe yê bi Amerîka û Îsraîlê re kir û got, "Amerîkî wisa difikirîn Îran wekî hinek welatên din bi derbeyekê hildiweşe lê di pratîkê de lingê wan di vî şerî de asê ma.''
Larîcanî: Armanc parçekirina Îranê ye
Elî Larîcanî got, "Ji bo têgihiştineke hûr a rewşa niha, pêwîst e nêrîneke me ya giştgîrtir ji bo vî şerî hebe û em zanibin armanca sereke ya dijmin a di destpêkirina vê pevçûnê de çi bûye.
Di rojên borî de Trump û hevalên wî, her wiha Siyonîst û hinek lîstikvanên herêmî, di nava gotinên xwe de bi awayekî eşkere fikir û armancên xwe yên sereke dan pêş.
Armanca wan a sereke di rastiyê de hilweşandina Îranê bû."
Berpirsê Îranê Larîcanî ew di wê yekê de bi ser neketin, wekî ku Larîcanî got, "Pirsgirêka wan tenê çêkirina guherîneke biçûk di Îranê de nebû, belkî di nêrîna Îsraîlê de ji bo welatekî mezin ê wekî Îranê, tiştekî wiha di bingeh de ti wateyeke wê nîne, mebesta wan parçekirina Îranê ye û pirsgirêka wan bi welêt bi xwe re heye.''
Helwesta Îranê ya derbarê Kurdan de
Sekreterê Encumena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, derbarê gotegota beşdariya Kurdan a di wî şerî de got, "Planeke wan a din ew bû, hewl dan ji bo sorkirina hinek neteweyan û afirandina zemîneyê ji bo cudaxwaziyê li welêt.''
Larîcanî behsa Kurdan kir û got, "Hewl dan bi hinek koman re li deverên Kurdan pêwendiyê durist bikin û wan sor bikin ji bo ku li dijî desthilatê gavan bavêjin."
Larîcanî behsa Kurdan dike, wekî neteweyeke resen û dêrîn li Îranê navê wan tîne ziman û got:
"Dibe ku di dirêjahiya demê de nakokî çêbûbin lê ev gel baş dizanin Amerîkayê li welatên herêmê, di nav de Sûriye, çi pêwendiyek hebûye û her ji ber vê yekê jî bi wê planê nehatin xapandin.''
Larîcanî beşdariya Kurdan wekî senaryoyeke serneketî bi nav dike û got, "Hinek berpirsên Amerîkî heta têkilî bi hinek ji wan koman re danîn û soza piştevaniyê dan wan lê ji bo gelek kesan diyar bû ew soz xapînok in û ew senaryo jî bi ser neket."
Posta Trump û kuştina Elî Xamineyî
Sekreterê Encumena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, derbarê kuştina Xamineyî û rewşa welatê xwe got, "Wan her ji destpêkê ve bi êrişeke berfireh dest pê kir ku lûtkeya wê şehîdkirina Îmam Xamineyî û hejmarek ji fermandeyan û kurên wî yên di hêzên çekdar de bû."
Larîcanî rewşa welatê xwe di roja yekem a şer de wekî 'xema kûr' û 'bilindiya wizeyê' bi nav kir û got, "Asayî ye ku di wê rewşê de cureyek ji xema kûr û di heman demê de wizeyeke hemasî li welêt çêbû.
Van her du hestan, wate xema mezin û wizeya xelkê, keşûhewayeke taybet di nava xelkê Îranê de çêkirin; rewşek dibe ku dijmin pêşbînî kiribe dikare ji bo çêkirina şokê di civakê de bi kar bîne."
Berpirsê Îranê behsa posteke nû ya Trump kir û got, "Heta di wê posta îro ya Trump belav kir de, propagandaya wê yekê kiribû Îran hêdî hêdî parçe parçe dibe, ev wê yekê nîşan dide ku armanca wan a sereke her ji destpêkê ve çêkirina rewşekê bûye ji bo parçekirina Îranê."
Bi baweriya wî Amerîkayê Îran nas nekiriye, ew wisa difikirin heman ew modelên li hinek welatan wekî Venezuelayê ceribandine, li Îranê jî dikarin bên dubarekirin, di demekê de ku li vir fikirîn û rewş bi temamî cuda ye.
Ew gotinên Larîcanî di demekê de ne Trump û berpirsên din ên Amerîkayê tekezî li ser berdewamiya bombebaran û êrişkirina ser Îranê dikin.
Sekreterê Encumena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê got, "Wan dixwest bi çêkirina şokeke giran, wizeya xelkê Îranê bişikînin lê ev yek pêk nehat; çimkî gelê Îranê ezmûneke dîrokî û çandî ya kûr heye."
Bi baweriya Larîcanî stratejiya Amerîkayê ew bû ku destpêkê bi derbeyeke giran û kuştina Rêberê Îranê û fermandeyên leşkerî, pêkhateya kargêrî û hikûmî ya Îranê tûşî tevlîheviyê bikin, ew wisa difikirîn ev pêvajo gelekî bi lez rû dide û şerekî kurt lê tund çêdibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse