Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Îranê amarên hûrgilî yên qurbaniyên hefteya yekem a şer belav kirin.
Di şer de gelek jin û zarok bûne qurbanî.
Her wiha li parêzgeha Elburzê jî êrişî depoyeke petrolê hat kirin û kuştî û birîndar hene.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, di hefteya yekem a şer de 198 jin hatine kuştin û hezar û 44 jin jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê amaje pê kir, temenê 190 kesên ku hatine kuştin di bin 18 saliyê de ye û ji wan jî 6 zarok di bin 5 salî de ne.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, kuştiya herî biçûk zarokeke 8 mehî ye û yê herî bi temen jî zilamekî 88 salî ye.
Amar nîşan didin ku ji sedî 30ê tevahiya kuştiyên şer zarok in.
Li Elburzê êriş
Li aliyê din, Alîkarê Siyasî yê Parêzgarê Elburzê Qudretulah Seyf ragihand ku di encama êrişa li depoya petrolê ya "Ferdis"ê de 6 kes mirine û 21 kes jî birîndar bûne.
Berpirsê Îranî eşkere kir, beşek ji qurbaniyan welatiyên sivîlin û niştecihên derdora depoyê bûne.
Derbarê rewşa sotemeniyê de, Alîkarê Siyasî yê Parêzgarê Elborzê tekez kir ku tevî zereran "tora dabînkirina sotemeniyê cîgir e."
Her wiha hat diyarkirin ku tê pêşbînîkirin agirê depoyê di çend demjimêrên bê de bi temamî were vemirandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse