Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku ew rê nadin ti alî û welatî ku destwerdanê di karûbarên diyarkirina Rêberê Bilind ê Îranê de bike.
Eraqçî diyar kir ku wan di şerê 12 rojan de ji bo nîşandana niyeta baş agirbest qebûl kiriye lê "vê carê rewş cuda ye."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di hevpeyvînekê de li gel medyaya Amerîkayê bersiva pirsa "Niha kî Îranê bi rê ve dibe?" da.
Eraqçî got, "Parlamento, hikûmet û wezaret karên xwe didomînin."
"Kes nizane dê kî bibe Rêber"
Ebas Eraqçî derbarê diyarkirina Rêberê Bilind ê nû yê welatê xwe de wiha axivî:
"Kes nizane dê kî bibe Rêberê Bilind ê nû yê Îranê. Meclisa Pisporan kî hilbijêre, ew dê bibe Rêber.
Em rê nadin kesî ku destwerdanê di mijara diyarkirina Rêberê Bilind ê nû yê Îranê de bike."
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir û piştre Îranê jî bi mûşek û dronan êrişî Îsraîl, Herêma Kurdistanê û welatên Kendavê kir.
Li gorî gotina Serokê Amerîkayê Donald Trump, di şer de Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî û 48 serkirdeyên din ên wî welatî hatine kuştin.
Eraqçî: Em xwe teslîm nakin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê li ser gotinên Trump ên ku daxwaza "teslîmbûna bê şert û merc" a Îranê kiribû got:
"Serok Trump çend caran amaje bi wê yekê kiriye ku divê em bê şert û merc xwe teslîm bikin lê em vê nakin û em dê parastina xwe bikin."
Eraqçî bi bîr anî ku wan "cara borî ji bo nîşandana niyeta baş agirbest qebûl kiribû" lê destnîşan kir ku "vê carê rewş cuda ye."
Mebesta Eraqçî ji "cara borî", şerê 12 rojan ê welatê wî û Îsraîlê bû ku hezîrana borî qewimîbû.
Wê demê jî destpêkê Îsraîlê êrişî Îranê kiribû û piştre Îranê bersiv dabû.
Di wê êrişê de Amerîka jî ji bo bombebarankirina tesîsên nukleerî yên Netenz, Îsfehan û Fordoyê tevlî şer bûbû.
"Şer ferz kirin"
Eraqçî diyar kir, "Amerîka û Îsraîlê êrişî xelkê sivîl kiriye û heta wergirtina garantiyeke tam a rawestandina şer, divê em şer bidomînin."
Eraqçî her wiha got, "Beriya vegera li ser maseya gotûbêjan, divê rave bikin bê çima dest bi êrişê kirine, wê demê em dê bifikirin."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê da zanîn ku wan nexwestiye şer bikin û got, "Amerîka û Îsraîlê ev şer li ser me ferz kir."
"Me êrişî cîranan nekiriye"
Îranê ji destpêka şer ve êrişî çend welatên Kendavê yên wekî Kuweyt, Îmarat, Erebistana Siûdî û Qeterê kiriye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê ew êriş wekî êrişên li dijî wan welatan pênase ne kirin û got:
"Îranê êrişî welatên cîran nekiriye, êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê û Amerîkiyan kiriye ku li wan welatan in."
Eraqçî her wiha got, "Divê Serokê Amerîkayê ji ber wê wêraniya ku kiriye, daxwaza lêborînê ji xelkê herêmê û Îranê bike."
Pêwendiyên bi Rûsyayê re
Medyaya Amerîka û Îsraîlê ji roja Înê ve çend rapor belav kirin ku Rûsyayê ji bo rûbirûbûna Amerîka û Îsraîlê alîkariya leşkerî û îstixbaratî daye Îranê.
Eraqçî qebûl nekir ku alîkariyeke wiha wergirtibin lê got:
"Hevbeşiya me ya stratejîk bi Rûsyayê re heye. Hevahengiya me ya leşkerî bi Rûsyayê re hebû, heye û dê berdewam be.
Berpirsên Rûsyayê di gelek waran de alîkariya me dikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse