Îranê li ser rewşa tenduristiyê ya Mucteba Xamineyî daxuyanî da

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mucteba Xamineyî Îran Birîndarbûn Mezahîr Huseynî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Protokolê yê Rêberê Îranê red kir ku di bombebaranên Amerîka û Îsraîlê de rûyê rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê birîndar bûbe.

Birêvebirê Giştî yê Protokolê yê Ofîsa Rêberê Îranê Mezahîr Huseynî li ser rewşa tenduristiyê ya Mucteba Xamineyî daxuyanî da.

Mezahîr Huseynî got, "Roja ku li Tehranê êrişî ofîs û mala Elî Xamineyî hat kirin, Mucteba Xamineyî li Ofîsa Rêbertiyê bû."

Mezahîr Huseynî da zanîn ku dema êrişê Mucteba Xamineyî ji ber zincîreyek teqînan birîndar bûye û got, "Ji çok, pişt û piştguhê xwe birîndar bû."

"Rewşa tenduristiyê ya Mucteba Xamineyî baş e"

Li gorî gotinên Mezahîr Huseynî, niha rewşa tenduristiyê ya Mucteba Xamineyî baş e.

Huseynî diyar kir, "Birînên wî kewiyane û ew bi temamî silamet e."

Gotegotên li ser birîndarbûna rûyê wî

Birêvebirê Giştî yê Protokolê li ser birînên serê wî jî agahî dan û wiha pê de çû:

"Ew gotegotên ku qaşo rûyê rêber birîndar e dûrî rastiyê ne.

Di serê wî de tenê piştguhê wî birîndar bûye. Ew cih jî dema ku şaşikê dide serê xwe nayê dîtin."

Ev daxuyanî di demekê de ye ku berpirsên Amerîka û Îsraîlê di du mehên borî de gelek caran ragihandibû ku rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê birîndar bûye.

Şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li hemberî Îranê 28ê Sibata 2026an dest pê kir.

Şer bi êrişkirina ser ofîsa Elî Xamineyiyê ku wê demê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê bû dest pê kiribû.

Piştî 39 rojan bi ragihandina agirbestê ya ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve ev şer bi awayekî demkî hat rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst