Polîsê Îranê: Me 81 kes desteser kirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Îranê Ehmed Riza Radan diyar kir ku wan 81 kes desteser kirine ku "li ser medyaya civakî raya giştî tevlihev dikirin".

"Destê hêzan li ser tetikê ye"

Li gorî gotina Ehmed Riza Radan, polîs, hêzên taybet û îstixbarat li hemû kolan û cadeyan hatine bicihkirin û destê hêzan li ser tetikê ye.

Ehmed Riza Radan her wiha got, "Eger dest û pêwendiyên dijmin bixwazin tiştekî bikin, em dê wekî dijmin serederiyê bi wan re bikin."

Ev gotinên Radan di demekê de ne ku beriya niha bi demeke kurt Îstixbarata Supaya Pasdaran ragihand, wan 10 kes bi tohmeta şandina vîdeoyan a ji bo "medyaya dijmin" desteser kirine û hejmara kesên hatine desteserkirin bi lez zêde dibe.

"Hevkariya bi dijmin re tawan e"

Îstixbarata Supaya Pasdaran da zanîn, her cure hevkariyek bi "dijmin" re (amadekirin û şandina wêne û vîdeoyan) tawan e.

Hat destnîşankirin ku dê li gorî yasayên dema şer miamele bi "tawanbaran" re were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst