Pizîşkiyan li ser dan û standinên bi Amerîkayê re: Tiliya me li ser tetikê ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Îsraîl Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mesûd Pizîşkiyan êrişên Îsraîlê yên li Libnanê wekî "binpêkirineke eşkere ya agirbestê" bi nav kir û got, "Ev nîşaneyeke metirsîdar a fêlbazî û nepêbendbûnê ye."

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li ser dan û standinên bi Amerîkayê re li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Mesûd Pizîşkiyan di peyama xwe de diyar kir ku êrişên Îsraîlê yên li Libnanê agirbestê binpê dikin.

Li gorî Mesûd Pizîşkiyan, berdewambûna êrişên Îsraîlê dan û standinan bêwate dike û wî ev yek wekî "fêlbazî û nepêbendbûn" bi nav kir.

Serokkomarê Îranê her wiha gef xwar ku ew dê li hemberî Amerîka û Îsraîlê amade bin û tiliya wan li ser tetikê bimîne.

Mesûd Pizîşkiyan tekez kir ku Îran dê Libnanê bi tenê nehêle.

Hevdîtinên li Îslamabadê

Ev gotinên Serokkomarê Îranê di demekê de ne ku biryar e sibe dan û standinên di navbera Washington û Tehranê de bi navbeynkariya Pakistanê li Îslamabadê werin lidarxistin.

Roja Çarşemê Amerîka û Îranê bi awayekî fermî li ser agirbesteke 14 rojî li hev kiribû ku bi rêya navbeynkariya Pakistanê peymaneke aştiyê ya demdirêj were îmzekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst