Hewlêr (Rûdaw) - Li Tehranê û hinek bajarên din ên Îranê dengê teqînên bihêz hat bihîstin û pergalên parastina asmanî ketin dewrê.
Tevî ku li ser ragihandina agirbesta di navbera Tehran û Washingtonê de re 3 roj derbas bûne jî, destê sibehê li bajarên Tehran, Tebrîz, Bender Ebas û Kerecê dengê teqînên dijwar hat bihîstin.
Li gorî zanyariyan, doh êvarî li bajarê Bender Ebasê yê parêzgeha Hurmizganê ya li başûrê Îranê, dengê balafirên şer hat bihîstin û pişt re li hinek herêman teqînên bihêz çêbûn.
Dronên sîxuriyê li asmanê Tebrîzê
Li hêla din, Parêzgarê Tebrîzê Malîk Rehmetî piştrast kir ku piştî firîna droneke sîxuriyê ya Îsraîlê, pergala parastina asmanî ya bajêr ketiye dewrê.
Doh bi şev saet 22:00an li Tebrîzê dengê gelek teqînan hat bihîstin.
Malîk Rehmetî diyar kir ku ev deng tenê ji ber çalakiya pergala parastina asmanî bûne.
Lê belê li ser medyaya civakî gelek welatiyan parve kir ku ji saet 22:00ê şevê heta saet 01:00ê herî kêm 5 teqînên bihêz pêk hatine.
Li Tehranê pergalên parastinê ketin dewrê
Dîsa destê sibehê li herêmên Abbasabad, navend û bakurrojhilatê Tehranê pergalên parastina asmanî ketin dewrê û dengê teqînên bihêz hat bihîstin.
Her wiha li gorî agahiyan, saet 21:00ê doh li rojavayê Tehranê û herêma Seyîd Xendanê jî gelek teqîn rû dan.
Ev pêşhat di demekê de ne ku destê sibehê roja çarşemê Washington û Tehranê bi navbeynkariya Pakistanê ji bo îmzekirina peymaneke aştiyê ya demdirêj, bi agirbesteke 14 rojî bi awayekî fermî razî bûbûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse