Supaya Pasdarên Îranê: Me ti êriş nekirine, em pêbendî agirbestê ne

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Supaya Pasdaran a Îranê Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdarên Îranê red kir ku ji destpêka agirbestê ve ti êriş li welatên Kendavê kiribin û ragihand, “Eger ew raporên ku di medyayê de tên belavkirin rast bin, ew êriş karê Îsraîlê ne.”

Daîreya Pêwendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran a Îranê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di demjimêrên borî de hejmarek ajansên nûçeyan çend rapor li ser êrişên bi dron û mûşekan ên li saziyên hinek welatên Kendavê belav kirine.

"Êriş karê Îsraîl yan jî Amerîkayê ne"

Daîreya Pêwendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand:

"Ji destpêka agirbestê ve me bi ti awayî êrişî ti welatan nekiriye."

Supaya Pasdaran tekezî li ser wê yekê jî kir ku eger raporên ajansên nûçeyan ên di vî warî de rast bin, ew êriş karê Îsraîl an jî Amerîkayê ne.

Daîreya Pêwendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran a Îranê her wiha eşkere kir:

''Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê eger êrişî her armancekê bikin, bi wêrekiyeke mezin di daxuyaniyeke fermî de radigihînin.

Her kiryareke ku di daxuyaniyên Komara Îslamî ya Îranê de amaje pê nehatibe kirin, pêwendiya wê bi me re nîne.”

Kuweytê êriş piştrast kiribû

Daxuyaniya Supaya Pasdaran a Îranê di demekê de ye ku doh Wezareta Karên Derve ya Kuweytê piştrast kir ku komên çekdar ên nêzîkî Îranê bi dronan êrişî çend saziyên stratejîk kirine.

Ev pêşhat di demekê de ne ku berdestê sibeha roja Çarşemê Washington û Tehranê bi awayekî fermî razîbûna xwe li ser agirbesteke 14 rojî nîşan dan da ku bi navbeynkariya Pakistanê peymaneke aştiyê ya demdirêj îmze bikin.

Li gorî biryarê, dê civîn sibe Şemiyê li Îslamabada paytexta Pakistanê dest pê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst