Çima pêjina Mucteba Xamineyî nayê?

22 demjimêr berê
Nîşan Mucteba Xamineyî Angaşt Birîndarbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yûsif Pizişkiyanê kurê Serokkomarê Îranê ragihand ku Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî "bi silamet e."

Rojnameya New York Timesê ya Amerîkayê di raporeke xwe de li ser zimanê sê rayedarên Îranî ragihand ku Mucteba Xamineyî "birîndar bûye."

Li gorî rojnameyê, Xamineyî "ji lingê xwe birîndar e" lê hişê wî li serê wî ye.

Rojnameyê her wiha da zanîn ku ew li cihekî "bi temamî parastî" ye û pêwendiyên wî jî hatine sînordarkirin.

Daxuyaniya Yûsif Pizişkiyan

Yûsif Pizişkiyanê ku di heman demê de şêwirmendê hikûmetê ye, li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek belav kir û got:

"Min nûçeyên birîndarbûna Mucteba Xamineyî bihîstin.

Min ji çend hevalên xwe yên ku pêwendiya wan pê re heye pirsî û wan ji min re got ku 'Spas ji bo Xwedê, ew bi silamet e.'"

Mucteba Xamineyî bû rêberê nû

Mucteba Xamineyî piştî ku bavê wî Elî Xamineyî 28ê Sibatê di êrişeke Amerîka û Îsraîlê de hat kuştin, bû Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê.

Rêberê 56 salî li holê nîne

Mucteba Xamineyî 56 salî ye û di merasîmên fermî de kêm tê dîtin.

Ji roja yekşemê ve ku wekî Rêberê Bilind hatiye destnîşankirin, heta niha ti axaftin pêşkêş nekiriye û ti daxuyaniya nivîskî belav nekiriye.

Berê televîzyona fermî ya Îranê ji bo wî gotibû "kêmendamê şerê Remezanê" lê li ser hûrgiliyên birîndarbûna wî ti agahî nedabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst