Hewlêr (Rûdaw) - Reutersê ragihand ku Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî bi giranî birîndar e û rûyê wî nayê naskirin û dermankirina wî didome.
Sê çavkaniyên nêzîkî Mucteba Xamineyî ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivîn.
Wan li ser rewşa tenduristiya Rêberê Dînî yê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî zanyariyên balkêş parve kirin.
Çavkaniyan ragihand ku di êrişa asmanî ya li ser wargeha li navenda Tehranê de rûyê Mucteba Xamineyî birîndar bûye û ew êdî ji rûyê xwe nayê naskirin.
Her wiha ew ji lingên xwe bi giranî birîndar bûye.
Mucteba Xamineyî di roja yekem a şerê Amerîka û Îsraîlê de, ango 28ê Sibatê, di wê êrişa ku bavê wî Elî Xamineyî tê de hatibû kuştin birîndar bûbû.
Di heman êrişê de hevjîna Mucteba Xamineyî û xwişk û birayên hevjîna wî jî hatibûn kuştin.
Piştî ku Xamineyî 8ê Adarê li ser kursiyê Rêberiya Dînî rûnişt, ji wê demê ve ti wêne yan jî vîdeoyên wî nehatiye belavkirin.
Cihê Xamineyî û şiyana wî ya birêvebirina welêt ji bo raya giştî ya Îranê wekî sireke mezin e.
Îdiaya 'Lingekî xwe ji dest daye'
Heta niha rayedarên fermî yên Îranê li ser mijarê ti daxuyanî nedane.
Lê balkêş e ku di televîzyona dewletê de ji bo rêberê nû peyva "xazî" hat bikaranîn.
Ev peyv ji bo leşkerên ku di şer de bi giranî birîndar dibin tê bikaranîn.
Li aliyê din, çavkaniyeke ku ji raporên îstixbarata Amerîkayê agahdar e ji Reutersê re axivî.
Wê çavkaniyê ragihand ku Xamineyî di êrişê de lingekî xwe ji dest daye.
Ev îdia, bi gotinên Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth ên 13ê Adarê re jî diguncin.
Hegseth ji bo Xamineyî gotibû ku birîndar e û muhtemelen nayê naskirin.
CIA û Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê nexwest li ser mijarê ti daxuyaniyan bidin.
Mucteba li ku ye?
Mucteba Xamineyî peyama xwe ya ewil a di erka xwe ya nû de 12ê Adarê bi rêya televîzyonê bi nivîskî gihandibû.
Wî hişyarî dabû ku divê Tengava Hurmizê girtî bimîne.
Tevî qutbûna înternetê jî ev nediyarbûna demdirêj a Xamineyî di medyaya civakî ya Îranê de yek ji mijarên herî girîng e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse