Îsmaîl Beqayî: Mucteba Xamineyî birîndar e lê baş e

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsmaîl Beqayî Îran Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî diyar kir ku Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî "birîndar e lê baş e.”

Beqayî ji rojnameya tîraja wê bilind a Îtalyayê "Corriere della Sera" re derbarê êrişên ku Amerîka û Îsraîlê di 28ê Sibatê de dabûn destpêkirin û geşedanên têkildarî wê de daxuyanî da.

Beqayî êrişa Amerîka û Îsraîlê wekî "şermezarker" bi nav kir û diyar kir ku dema gera 3yemîn a dan û standinên nukleerî yên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê temam kiribûn, piştî Hezîrana 2025an ji bo cara duyemîn e ku pêvajoya dîplomatîk tê xiyanetkirin.

Li ser pirsa "Rewşa Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî çawa ye?" Beqayî got, "Birîndar e lê baş e. Ez nizanim wê kengî axaftina xwe ya ewil bike.

Ji bo rêberiyê 3 an 4 nav hebûn lê piraniya Encumena Pisporan li gorî destûrê ew hilbijart."

Beqayî êrişa ser dibistana keçan a li bajarê Mînabê yê Îranê bibîr xist û got:

"Li Mînabê komkujiyek kirin. Du mûşekên Tomahawk bikar anîn. Armanc tenê ew bû ku hejmareke zêde ya sivîlan bimirin.

Wan nêzîkî 170 kesên bêguneh ku piraniya wan zarok bûn kuştin. Em kêfxweş in ku Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni êriş şermezar kir."

Îsmaîl Beqayî destnîşan kir ku ti dijminatiya wan li hemberî welatên cîran nîne lê hebûna leşkerî ya Amerîkayê li navçeyê "bûye sedema bêbaweriyeke mezin.”

Dema hat bîrxistin ku bersivên Îranê bûne sedema berteka welatên cîran, Beqayî wiha domand:

"Ez fêm dikim ku ev yek bi wan nexweş e. Em di pêwendiyeke nêzîk de ne li gel wan.

Lê vê carê rêberê me û fermandarên me yên herî girîng kuştin. Hûn li benda wê yekê ne ku neteweyeke xwedî şaristaniyeke dewlemend û dewleteke serwer li hemberî êrişeke wiha hovane bê deng bimîne?

Me ji cîranên xwe xwest ku nehêlin Amerîka axa wan bi kar bîne."

Beqayî daxuyand ku ew dilgiraniya Ewropiyan a derbarê bihayên petrolê de fêm dikin û wiha anî zimên:

"Gelê me tê qetilkirin. Berpirsyariya Ewropiyan gelekî mezin e, divê hewl nedin Amerîka û Îsraîlê razî bikin.

Divê ew qas cesûr bin ku li dijî vê neheqiyê derkevin. Heger vê bikin, em dê kêfxweş bibin ku wan di rola navbeynkariyê de bibînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst