Îran bi dijwarî tê bombebarankirin: Şer diçe qonaxeke nû

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Amerîka Tehran Supaya Pasdaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di roja 13an a şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Komara Îslamî ya Îranê de, dehan baregehên leşkerî yên Îranê li Tehran û bajarên din ên Îranê hatin armancgirtin.

Li rojhilatê Kurdistanê jî baregeheke Supaya Pasdaran a li bajarê Kengeverê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ve hat bombebarankirin.

Tehran û derdora wê

Şeva pêncşemê, bi rêya dronan gelek armanc li nava bajarê Tehranê di taxên (Munîriyê, Heqanî, Bîsîm, Şehrêkî Rah Ahen, Efserîye, Yaft Abad, Beharan) de hatin bombebarankirin.

Heta niha hatiye piştrastkirin ku ew armanca li taxa Bîsîm a li ser cadeya Xaweranê, baregeheke polîsan bûye.

Her wiha êrişî baregeheke Supaya Pasdaran a li taxa Endîşeyê ya bajarê Kerecê, armanceke leşkerî ya li derveyî bajarê Îslamşehrê ya parêzgeha Tehranê û xalek kontrolê ya li ser rêya Tehran-Qûmê hat kirin.

Şeva pêncşemê li Kerecê di taxên (Şaredariya Wehdet, Meysamî û Enarekî) de û her wiha li bajarê Germdereya yê di navbera Tehran û Kerecê de, bi çend caran armancên leşkerî hatin bombebarankirin.

Medyayên Supaya Pasdaran dibêjin, li rojhilat, rojava û navenda Tehranê dengê teqînan hatiye bihîstin û sîstema parastina asmanî ya Îranê ketiye kar.

Artêşa Îsraîlê şeva pêncşemê ragihand, "Me pêleke berfireh a êrişan bo ser binesaziya rejîma Îranê ya li temamiya Tehranê dest pê kiriye." Artêşa Îsraîlê dibêje, yek ji armancên wan li Tehranê ew xalên kontrolê ne ku hêzên Besîc ên Supaya Pasdaran danîne.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, piştî êrişan hinek xalên kontrolê hatine rakirin yan jî cihê xwe guhertine.

Artêşa Îsraîlê derbarê êrişên pêncşemê de ragihand, wan gelek baregehên hêza asmanî ya artêşa Îranê kirine armanc û zêdetirî 250 dron, dehan baregehên mûşekî û cihên avêtina mûşekan jinav birine.

Di nav rojê de li bajaroka pîşesazî ya Perend (40 kîlometre li başûrê rojavayê Tehranê), fermandariya hêza polîs a bajarê Rubat Kerîm a parêzgeha Tehranê, fermandariya Supaya Pasdaran a li bajarê Weramînê û armanceke li bajaroka pîşesazî ya Nezerabad a Kerecê hatin bombebarankirin.

Êrişên li bajarên din

Kirmaşan: Roja pêncşemê li rojhilatê Kurdistanê, bi firokeyan baregeheke leşkerî ya li derdora bajarê Kengeverê yê parêzgeha Kirmaşanê hat armancgirtin.

Ehwaz: Şeva pêncşemê li bajarê Ehwazê yê navenda parêzgeha Xûzistanê teqîn çêbûn. Li gorî zanyariyan, dengê teqînan ji nava baregehên leşkerî yên wî bajarî hatiye.

Xûmeyin û Erak: Li bajarê Xûmeyin ê parêzgeha Merkezî, baregeheke mûşekî hat bombebarankirin. Li nêzîkî bajarê Erakê jî kargehek ku tê gotin cihê hilberîna dronan e, hat bombebarankirin. Medyayên Supaya Pasdaran ragihandin ku di êrişa roja sêşemê ya li Erakê de, fermandarekî payebilind ê hêza asmanî ya Supaya Pasdaran bi navê Îsmaîl Dehqan hatiye kuştin.

Qûm: Roja pêncşemê li bajaroka Şukûhîye ya Qûmê çend armanc hatin bombebarankirin. Parêzgarê Qûmê Ekber Behnamcû ragihand ku sê cih hatine bombebarankirin.

Yezd: Li derveyî bajarê Yezdê, roja pêncşemê di baregeheke leşkerî de du mûşek ketin.

Şîraz: Li bajarê Şîrazê yê parêzgeha Farsê, bi firokeyan du armanc hatin bombebarankirin. Yek ji wan baregeha hêza asmanî ya artêşê û ya din jî li nav balafirgeha bajêr bû. Supaya Pasdaran dibêje, li bajarê Laristanê dronên xwe xistine xwarê berî ku bikarin êriş bikin.

Xûzistan: Ji sibeha pêncşemê heta nîvro, çend caran li bajarên Dezfûl û Endîmeşk ên parêzgeha Xûzistanê, baregehên hêza asmanî ya artêşa Îranê hatin bombebarankirin. Her wiha li navenda parêzgehê, Qereqola Kerbelayê ya Ehwazê ya Supaya Pasdaran û cihê mayîna malbatên efserên artêşê li gel baregeheke Besîc hatin armancgirtin.

Bûşêhr: Êvara pêncşemê baregehên Supaya Pasdaran ên li parêzgeha Bûşêhrê ya li başûrê Îranê hatin bombebarankirin.

Kîş: Li girava Kîşê ya li başûrê Îranê, roja pêncşemê çend caran û çend armancên cuda yên leşkerî hatin bombebarankirin. Yek ji wan cihan ku berdewam tê bombebarankirin balafirgeha Kîşê ye.

Qişm: Li girava Qişmê sîstemeke parastina asmanî ya Supaya Pasdaran û armanceke li nava benderê hatin bombebarankirin. Fermandarê polîsê Qişmê dibêje, li "Dereşûrî" ya wî giravê bi dronan êrişî devereke geştiyariyê hatiye kirin û di encamê de mêrek û jinek hatine kuştin û jinek din jî birîndar bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst