Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarekî bilind ê petrolê yê Îranê ragihand ku piştî êrişên li ser binesaziya enerjiyê xebatên nûjenkirinê didomin.
Îran pêşbînî dike ku di nava mehek an du mehan de piraniya parzûngeh û tesîsên belavkirinê yên ku zerer dîtine sererast bike.
Tê çaverêkirin ku ev tesîs bigihêjin ji sedî 70-80yê kapasîteya xwe ya beriya êrişan.
"Xebatên çakkirinê dest pê kiriye"
Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îranê Mihemed Sadiq Ezîmîfer ji Tora Nûçeyan a Xwendekaran (SNN) re axivî.
Mihemed Sadiq Ezîmîfer diyar kir ku xebatên çakkirinê yên tesîsan dest pê kiriye.
Li gorî nûçeya Reutersê, Ezîmîfer da zanîn ku tê çaverêkirin beşeke Parzûngeha Lavanê di nava 10 rojan de dest bi kar bike.
Wî destnîşan kir ku dê beşên din jî gav bi gav careke din bikevin dewrê.
Şer û dan û standinên bêencam
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê li dijî Îranê dest bi êrişên asmanî kiribû.
Di şerê ku zêdetirî 40 roj in didome de, tesîsên petrolê yên Îranê jî ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatibûn hedefgirtin.
Îranê jî wekî bersivê êrişî tesîsên enerjiyê yên welatên herêmê yên wekî Erebistana Siûdiyê kiribû.
Tehranê îdia dikir ku ew welat bi Amerîka û Îsraîlê re hevkariyê dikin.
Beriya niha çend rojan di navbera Amerîka û Îranê de agirbesteke 15 rojî hatibû ragihandin.
Doh li Îslamabada paytexta Pakistanê şandeyên her du welatan dest bi dan û standinan kiribû.
Lê belê li gorî daxuyaniyên îro yên her du aliyan, hevdîtin bêyî ti rêkeftinan bi dawî bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse