Qalîbaf: Eger ew şer bikin em jî dê şer bikin

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mihemed Baqir Qalîbaf Îran Îsraîl Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf radigihîne ku gefên Donald Trump ti bandorê li gelê Îranê nake.

Mihemed Baqir Qalîbaf got, "Eger Amerîkî careke din îradeya me biceribînin, em dê waneyeke mezintir bidin wan."

Qalîbaf piştî vegera şandeya Îranê ya ji Pakistanê, amaje bi geşedanên dawî yên têkildarî dan û standinan û gefên Amerîkayê kir û got, "Gefên vê dawiyê yên Trump ti bandora wan li ser gelê Îranê nîne; ev ne dirûşm e û me li qadê îsbat kiriye.

Me nîşan da ku dijminên gelê Îranê di pêşerojê de çi qas bêhêvî bûne."

Serokê Parlamentoya Îranê derbarê dan û standinên navbera şandeyên Îran û Amerîkayê de ku bi navbeynkariya Pakistanê li Îslamabada paytexta wî welatî bi rê ve çûn got, "Gotûbêj gelekî hûr, cidî û tijî hevrikî bûn.

Şandeya me ji bo nîşandana niyeta baş, înîsiyatîfên gelekî baş kirin, her ew bû sedema bipêşketina di dan û standinan de."

Qalîbaf rexne li siyaseta Amerîkayê girt û got, "Amerîkî di maweyê kêmtirî salekê de û di nîvê dan û standinan de, du caran êrişî me kirin. Em nakevin bin barê ti gefê û me îsbat kir ku em bi gefan xwe teslîm nakin."

Qalîbaf: Em bi gefan xwe teslîm nakin

Serokê Parlamentoya Îranê di berdewamiyê jî de got, "Eger ew şer bikin em jî dê jî şer bikin, eger bi aqil werin pêş, em dê bi aqil miamaleyê bikin.

Eger Amerîka dixwaze rêyeke derketinê ji bo xwe bibîne, yekane rê ew e ku biryarê bide û baweriya gelê Îranê bi dest bixe."

Serokê Parlamentoya Îranê tekez kir ku welatê wî bi lez ber bi serkeftinê ve gavan diavêje û ti fişar nikare rê li ber wan bigire.

Ev daxuyaniyên Qalîbaf di demekê de ne ku piştî 21 demjimêran gotûbêjên navbera şandeyên Îran û Amerîkayê li Pakistanê, dan û standinên navbera wan bi ser neketin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî îro gefên tund li Îranê kirin û got:

"Em niha di amadehiya temam de ne û artêşa me dê dawî wan tiştên ku ji Îranê mane jî bîne, eger gule ber bi me ve werin berdan."

Trump her wiha ragihand ku hêza deryayî ya Amerîkayê dê yekser dest bi dorpêçkirina hemû wan keştiyan bike ku dixwazin têkevin nav Tengava Hurmuzê yan jê derkevin.

Serokê Amerîkayê tekez kir ku ew rê nadin Îran bacê ji wan keştiyan bistîne ku di tengavê re derbas bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst