کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Elî Esxer Şefiyan

Elî Esxer Şefiyan

ÎRAN

Şêwirmendê Pizîşkiyan: Pakistan ji bo navbeynkariya Tehran û Washingtonê ‘biçûk’ bû

RÛDAW

RÛDAW

13-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW13-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê
ÎRAN16-11-2026

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê

Îranê daxwaza Almanyayê red kir
ÎRAN15-11-2026

Îranê daxwaza Almanyayê red kir

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît
ÎRAN15-11-2026

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê medyayî yê Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan Elî Esxer Şefiyan diyar kir ku Pakistan ji bo navbeynkariya Tehran û Washingtonê “biçûk” bû.

Elî Esxer Şefiyan ragihand ku tevî ku di dan û standinên Îslamabadê de encameke berçav nehatiye bidestxistin jî, hîn derfeta rêkeftinê ji dest neçûye.

Şêwirmendê Serokkomarê Îranê destnîşan kir ku Pakistan ji bo vê erka giran welatekî "biçûk" bû û divê di qonaxên paşerojê de Çîn yan Rûsya bikevin nav xeta navbeynkariyê.

Şêwirmendê Mesûd Pizîşkiyan bal kişand ser wê yekê ku rûniştina 2 welatên ku nêzîkî nîv sedsal e di nav hevrikiyê de ne û 40 roj in şerekî tund di navbera wan de heye, karekî gelekî dijwar bû.

Şefiyan di berdewamiyê jî de got, "Her aliyekî 10 heta 15 xalên daxwazên xwe pêşkêş kirin, loma ne ecêb e ku di civîna ewil de negihîştin metneke hevpar."

"Çîn yan Rûsya dikarin lihevkirinê pêk bînin"

Elî Esxer Şefiyan bawer dike ku eger Çîn yan Rûsya navbeynkar bûna, wan dikarî wan daxwazên zêde di nav çend xalên lihevkirinê ên navîn de kurt bikin.

Şêwirmendê Serokkomarê Îranê anî zimên ku niha paytext li benda biryara siyasî ya ji bo zelalkirina bersivan in.

Li gorî gotina Şefiyan, du mijarên sereke hene ku dîtina çareseriyê ji bo wan li ser kaxezê gelekî dijwar e: Dewlemendkirina uranyumê û Tengava Hurmizê.

Şefiyan eşkere kir ku Amerîkî pirsa atomî wekî "çarenivîssaz" dibînin, li hemberî vê jî Îran amade nîne bi hêsanî dest ji karta zextê ya Tengava Hurmizê berde.

Li gel vê yekê jî wî di berdewamiyê de got, "Ev rêyeke fireh e û divê em di dawiyê de li hev bikin, çimkî ne mimkin e ku her tim girtî bimîne."

Hişyariya li ser metirsiya krîzê

Şefiyan hişyarî da ku eger negihin rêkeftinê, dê rewş ji bo Îran, Amerîka û hemû herêmê bi şêweyekî metirsîdar xirab bibe.

Şêwirmendê Îranî her wiha tekez kir ku divê Libnan jî bibe beşek ji dan û standinan, çimkî ji bo Îranê ev mijareke exlaqî ye; Libnanî ji ber Îranê ketine nav şer û nabe bi tenê werin hiştin.

Elî Esxer Şefiyan di dawiyê de diyar kir ku di pêwendiyên navneteweyî de "bawerî û garantî" ti wateya wan nîne û ya girîng ew e ku alî li ser tiştên ku dikarin werin îmzekirin û çavdêrîkirin li hev bikin.

Nûçeyên Têkildar

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê
ÎRAN16-11-2026

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê

Îranê daxwaza Almanyayê red kir
ÎRAN15-11-2026

Îranê daxwaza Almanyayê red kir

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît
ÎRAN15-11-2026

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît

Pirsên