کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Tengava Hurmîzê / Wêne: Arşîv

Tengava Hurmîzê / Wêne: Arşîv

ÎRAN

Îran: Kontrola Tengava Hurmizê dê heta hetayê di destê me de bimîne

RÛDAW

RÛDAW

13-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW13-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê
ÎRAN16-11-2026

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê

Îranê daxwaza Almanyayê red kir
ÎRAN15-11-2026

Îranê daxwaza Almanyayê red kir

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît
ÎRAN15-11-2026

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê ragihand ku wan di şerê 40 rojî yê borî de "serkeftineke mezin" bi dest xistiye û got, “Kontrola Tengava Hurmizê dê heta hetayê di destê me de bimîne”

Wî îdia kir ku planên Amerîka û Îsraîlê yên ji bo lawazkirina welatê wan "şikestin xwariye".

Berdevkê wezaretê her wiha tekez kir ku  kontrola Tengava Hurmizê dê heta hetayê di bin destê Îranê de bimîne.

"Me 7 serkeftinên mezin bi dest xistin"

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê Riza Telayî Nîk li Qada Herewîyê ya li Tehranê, di nav kombûneke alîgirên hikûmetê de axivî.

Wî got, "Me di vî şerê dawî de bi piştgiriya eniya berxwedanê 7 serkeftinên mezin bi dest xistin."

"Şikestinên dijmin"

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê ew xal wekî "serkeftina Îranê û şikestina dijmin" ên di şer de dabeş kirin û wiha rêz kirin:

  • Şikestina dijmin a di derbaskirina hêza leşkerî ya Îranê de.
  • Şikestina hewldanên ji bo rûxandina Komara Îslamî.
  • Parastina axa Îranê û şikestina plana parçebûnê.
  • Bêencammana hewldanên ji bo derxistina ajawêya navxweyî.
  • Şikestina hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî Îranê.
  • Bihêzbûna yekrêziya niştimanî û şikestina dubendiyê.
  • Têkbirina her destwerdaneke li Tengava Hurmizê.

Sê armancên din mane

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê amaje bi wê yekê kir ku sê armancên wan ên din mane.

Wî da zanîn ku ew dê li meydana şer an jî di dîplomasiyê de wan temam bikin û got:

"Ew armanc jî ev in: Cezakirina destdirêjkeran, wergirtina qerebûya zereran û jiholêrakirina gefan ji bo pêkanîna asayîşeke berdewam."

Zerereke mezin gihandin hêza asmanî

Riza Telayî Nîk di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku wan di vî şerî de zerereke mezin gihandiye hêza asmanî ya beramber.

Telayî Nîk got, "Balafirên wan ên şer ên herî bipêşketî li asman hatin nêçîrkirin û beşeke mezin a wan jî di nav baregehên wan ên leşkerî yên li ser erdê de hatin têkşkandin."

Nûçeyên Têkildar

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê
ÎRAN16-11-2026

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê

Îranê daxwaza Almanyayê red kir
ÎRAN15-11-2026

Îranê daxwaza Almanyayê red kir

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît
ÎRAN15-11-2026

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît

Pirsên