Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêxistina Heyva Sor a Îranê ragihand ku di şerê vê dawiyê de, zêdetirî 7 hezar û 200 kes ji aliyê tîmên wan ên hawarçûnê ve ji bin kavilên avahiyan hatine derxistin û rizgarkirin.
Serokê Rêxistina Heyva Sor a Îranê Pîr Husên Kulîvend îro behsa xebat û çalakiyên tîmên hawarçûnê yên saziya xwe kir.
Pîr Husên Kulîvend got ku di nav 40 rojên şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de, wan li seranserî welêt zêdetirî 6 hezar operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê pêk anîne.
Pîr Husên Kulîvend diyar kir ku di wan operasyonan de 7 hezar û 215 kes li Tehran û bajarên din ên Îranê ji aliyê tîmên Heyva Sor ve ji bin kavilên avahiyên rûxandî hatine rizgarkirin.
Alîkariya yekem û veguhastina nexweşxaneyan
Li gorî daxuyaniya Kulîvend, di heyama şer de ji bo 10 hezar û 382 birîndaran li cihên êrişî alîkariya yekem hatiye kirin.
Her wiha zêdetirî 7 hezar birîndarên din jî veguhastine nexweşxaneyan.
Dan û standin negihîştin ti encaman
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibata 2026an li ser Îranê êrişeke berfireh da destpêkirin û Îranê jî yekser bi dron û mûşekan êrişî Îsraîl û welatên herêmê kir.
Berê sibeha 8ê Nîsana 2026an agirbesteke du hefteyî di navbera aliyan de hat ragihandin.
Şandeyên Îran û Amerîkayê 11ê Nîsanê bi navbeynkariya Pakistanê li Îslamabada paytexta wî welatî dest bi dan û standinan kir.
Lê piştî 21 saetan, gotûbêj negihîştin ti encamekê û roja yekşemê têkçûna dan û standinan hat ragihandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse