Armanca Amerîkayê rizgarkirina pîlot bû yan derxistina uranyumê?

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Îsfehan Rizgarkirina Pîlotan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Komîteya Ewlehiya Niştimanî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Mihemed Îsmaîl Kowsarî diyar kir ku Amerîkayiyan xwestiye li Îsfehanê dest deynin ser uranyuma wan.

Mihemed Îsmaîl Kowsarî ragihand ku Amerîkayî di vê operasyona leşkerî de têk çûne.

'Xwestin serdestiya xwe bisepînin'

Endamê Komîteya Ewlehiya Niştimanî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Mihemed Îsmaîl Kowsarî li ser operasyona leşkerî ya Amerîkayê ya li başûrê Îsfehanê ji medyaya welatê xwe re axivî.

Kowsarî got, "Amerîkayiyan wisa dizanî ku ew dê bi vê operasyona leşkerî karibin qadê kontrol bikin.

Wan xwest serkeftineke berçav bi dest bixin û serdestiya xwe bi ser raya giştî ya cîhanê de bisepînin.

Her wiha wan xwest xwe wekî serkeftiyê qadê bidin naskirin lê di wî karî de têk çûn."

'Xwestin dest deynin ser uranyumê'

Kowsarî di berdewamiya axaftina xwe de got:

"Wan dixwest li başûrê Îsfehanê dest deynin ser zêdetirî 400 kîlogramî uranyuma dewlemendkirî.

Wan wisa dizanî ku uranyum li wê derê ye. Lê rastî têkçûneke gelekî giran hatin ku ji bo wan bû cihê şermezariyê."

Gotina vî parlamenterê Îranê di demekê de ye ku aloziyên li navçeyê û nakokiyên di navbera Îran û Amerîkayê yên li ser pirsên nukleerî û leşkerî didomin.

Ketina balafira Amerîkayê

3yê Nîsanê balafireke şer a Amerîkayê ya ji cureyê "F-15E" ji aliyê Hêzên Parastina Asmanî yên Îranê ve hat xistin.

Piştî bûyerê Artêşa Amerîkayê daxuyaniyek da.

Artêşê diyar kir ku pîlotê balafirê her di saetên destpêkê de hatiye rizgarkirin lê efserê pergala çekan ê balafirê winda ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump 5ê Nîsana 2026an eşkere kir ku ji bo rizgarkirina wî kesî li nav xaka Îranê operasyoneke leşkerî hatiye kirin.

Heman rojê Artêşa Îranê jî daxuyaniyek belav kir.

Artêşê da zanîn ku Amerîkayê ew operasyon bi bikaranîna balafirgeheke valakirî ya li başûrê parêzgeha Îsfehanê ya li naverasta Îranê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst