Îranê gefa girtina 3 rêyên avî yên cîhanê xwar

15-04-2026
Nîşan Amerîka Îran Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê hişyariyeke tund da Amerîkayê û gefa girtina 3 rêyên avî yên cîhanê xwar.

Wî ragihand ku eger Washington dorpêça deryayî ya li ser keştiyên wan bidomîne, Îran dê rê nede ti cure hinarde û hawirdeyên li tevahiya herêmê.

Fermandarê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê Elî Ebdullahî daxuyaniyek belav kir.

Elî Ebdullahî bal kişand ser dorpêça Amerîkayê ya li Kendav û Tengava Hurmizê ya li ser keştî û benderên Îranê.

Wî diyar kir ku eger dorpêç bidome, dê berteka Îranê tund be.

Gefên li dijî Amerîkayê

Elî Ebdullahî hişyarî da Amerîkayê û got, "Amerîkaya destdirêjker û terorîst dixwaze li herêmê dorpêça xwe ya deryayî û karên xwe yên neqanûnî bidomîne.

Ew dixwaze ji bo keştiyên bazirganî û petrolhilgir ên Îranê aloziyê derxîne. Ev karê Amerîkayê dê bibe destpêka binpêkirina agirbestê."

Fermandarê pilebilind ê Îranê gefên bertekeke tund xwarin û got:

"Eger dorpêç bidome, hêzên çekdar ên Îranê dê rê nedin ku ti cure hinarde û hawirde li Kendava Farsê, Deryaya Umanê û Deryaya Sor bidomin."

Fermandarê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê destnîşan kir ku Îran dê ji bo parastina serweriya niştimanî û berjewendiyên xwe bi hêz pêngavan biavêje.

Wî got ku ew dê tedbîrên pêwîst wergirin.

Dorpêça deryayî ya Amerîkayê

Ev gefên Îranê di demekê de ne ku Amerîkayê bi fermî dorpêça deryayî daye destpêkirin.

Amerîkayê duşemê dest bi sepandina dorpêça deryayî ya li ser Îranê kir.

Vê yekê aloziyên di navbera Tehran û Washingtonê de zêdetir kirin.

Tengava Hurmuzê hat girtin

Tengava Hurmizê ji bo veguhastina enerjiyê yek ji rêyên avî yên herî girîng ên cîhanê ye.

Di destpêka şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, ev tengav ji aliyê Îranê ve hat girtin.

Berpirsên Îranê dibêjin ku dê ji niha û pê ve kontrola tengavê di destê hêzên çekdar ên wî welatî de be.

Ew her wiha dibêjin ku dê ji wan keştiyên di tengavê re derbas dibin bacê bistînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst