Îranê bîlançoya êrişan eşkere kir

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Şer Bîlanço
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê Mihemed Elî Naînî ragihand ku wan heta niha bi nêzîkî 700 mûşek û 3 hezar û 600 dronan êrişî Îsraîl û baregehên Amerîkayê kiriye.

Mihemed Elî Naînî ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî û derbarê êrişan zanyarî dan.

Naînî li ser hejmara êrişan got, "Me heta niha nêzîkî 700 mûşek û 3 hezar û 600 dronan avêtine hedefên Îsraîl û bargehên Amrîkayê."

Berdevkê Supaya Pasdaran di berdewamiya axaftina xwe de îdiayeke balkêş kir.

Mihemed Elî Naînî îdia kir ku di encama wan êrişan de hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Amerîka û Îsraîlê nêzîkî 5 hezaran in.

Naînî her wiha da zanîn ku 188 dron hatine xistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst