Îranê piştrast kir ku Xulamreza Silêmanî hatiye kuştin

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Xulamreza Silêmanî Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pasdaran a  Îranê piştrast kir ku Fermandarê Hêzên Besîcê yê Îranê Xulamreza Silêmanî hatiye kuştin.

Artêşa Pasdaran a  Komara Îslamî ya Îranê îşev derbarê kuştina Fermandarê Hêzên Besîcê yê Îranê Xulamreza Silêmanî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Vî serdarê serbilind û mezin ê Îslamê, ji parastina pîroz a 8 salan heta îro xizmeteke mucahidî kir.

Bi taybetî di salên serokatiya xwe ya Rêxistina Besîcê de, di bipêşxistina rêxistina cîhadî ya Besîcê de xwedî roleke rêberî û bêhempa bû.”

“Teroreke nemêrane ye”

Artêşa Pasdaran di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku Xulamreza Silêmanî hatiye kuştin û got:

“Ev terora nemêrane nîşaneya pêgeh û rola Besîcê ya di qada şerê berfireh ê li dijî artêşa terorîst a Amerîkayê û rejîma Siyonîst de ye.”

Artêşa Îsraîlê îro kuştina Fermandarê Hêzên Besîcê yê Îranê Xulamreza Silêmanî ragihandibû.

Xulamriza Silêmanî kî ye?

Xulamriza Silêmanî 44 salan di nav refên Artêşa Pasdaran de cih girt.

Wî di vê heyamê de fermandariya Lîwaya 19an a Fecr, Lîwaya 41ê ya Sarullah, Lîwaya 14an a Îmam Hisên û Artêşa Sahibuzeman a parêzgeha Îsfehanê kir.

Ew ji sala 2019an ve Fermandarê Hêzên Besîcê yê Îranê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst