Îran: Tengava Hurmizê li ber hemû keştiyên bazirganiyê hat vekirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Ebas Eraqçî Amerîka Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku hevdemî agirbesta li Libnanê, Tengava Hurmizê ji bo dema mayî ya agirbestê bi temamî li ber hemû keştiyên bazirganiyê vekirî ye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê diyar kir ku çûn û hatina keştiyan a di wê rêya stratejîk de divê li ser wê rêya hevahengkirî be ku berê ji aliyê Rêxistina Bender û Deryavaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû ragihandin.

Ev gava Tehranê di demekê de ye ku ji 28ê Sibata 2026an ve ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, çûn û hatina keştiyên petrol û bazirganiyê li Tengava Hurmizê rawestiyabû.

Vê yekê jî di bazarên cîhanî de bûbû sedema bilindbûna bihayê sotemeniyê.

Agirbesta demkî ya li Libnanê

Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ku navbeynkarê peymana agirbestê ya 8ê Nîsanê ya navbera Îran û Amerîkayê bû, tevî ku eşkere kiribû agirbest Libnanê jî li xwe digire, îdareya Amerîkayê paşê parastibû ku êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê ne parçeyekî agirbesta demkî ya bi Îranê re ye.

Rayedarên Îranî jî eşkere kiribû ku agirbest rawestandina hemû şer û pevçûnên li herêmê û Libnanê jî li xwe digire û wan dabû zanîn ku dan û standinên bi Amerîkayê re girêdayî ragihandina agirbesta li Libnanê ne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh eşkere kiribû ku aliyan li ser agirbesteke 10 rojî li hev kiriye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî diyar kir ku wan agirbest qebûl kiriye lê ragihand ku mana wan a li herêmên dagirkirî yên li başûrê Libnanê didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst