<ms-cmark-node>Hewlêr (Rûdaw)</ms-cmark-node> - Serokê Giştî yê Dadweriyê yê Parêzgeha Farsê ya Îranê ragihand ku di êrişeke asmanî ya li avahiya Dadgeha Laristanê de 8 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Li gorî zanyariyên berpirsên parêzgehê, rewşa tenduristiyê ya serokê dadgehê û dozgerê giştî yê bajêr nebaş e.
Serokê Giştî yê Dadweriyê yê Parêzgeha Farsê eşkere kir ku êrişeke asmanî li avahiya dadgeha navçeya Laristanê parêzgeha Farsê hatiye kirin.
Li gorî amarên destpêkê 8 kes hatine kuştin.
Ji wan kuştiyan yek karmendê dezgeha dadweriyê ye û yek jê jî parêzer e.
Her wiha 6 welatiyên ku ji bo karên xwe çûbûn dadgehê jî di êrişê de hatine kuştin.
Rewşa 12 birîndaran giran e
Li gorî medyaya Îranê, piştî êrişê tîmên rizgarkirinê yekser çûne cihê bûyerê.
Tîman 47 kes ji bin kavilên avahiya rûxayî derxistine.
Serokê Giştî yê Dadweriyê yê Farsê diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya 12 birîndaran "gelekî xirab e."
Wî her wiha da zanîn ku Serokê Dadgeha Laristanê û Dozgerê Giştî yê bajêr jî di nav birîndaran de ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse