Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê êrişî Serokê Amerîkayê kir û ragihand ku daxuyaniyên Donald Trump ên li ser peyman û Îranê "derew in."
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf her wiha hîşyarî da ku berdewamiya dorpêçan metirsiyê li ser girtina Tengava Hurmizê çêdike.
Mihemed Baqir Qalîbaf di bersiva gotinên Donald Trump de ragihand:
"Serokê Amerîkayê di nava saetekê de îdiaya 7 tiştan kir ku her 7 jî derew in.
Wan bi van derewan di şer de serkeftin bi dest nexist û bê guman di dan û standinan de jî nagihên ti encaman."
Gefa girtina Tengava Hurmizê
Serokê Parlamentoya Îranê li ser çarenivîsa Tengava Hurmizê di dema berdewamiya zextên Amerîkayê de hişyariyeke tund da û anî ziman:
"Bi berdewamiya dorpêçê, Tengava Hurmizê vekirî namîne."
Qalîbaf teqezî li ser serdestiya welatê xwe ya li ser Tengava Hurmizê kir û amaje pê kir ku çûn û hatina di Tengavê re li ser bingeha "rêya diyarkirî" û bi "destûra Îranê" tê kirin.
Serokê Parlamentoya Îranê destnîşan kir ku biryara dawî li cem hêzên li qadê ye û anî ziman:
"Vekirîbûn an girtina tengavê û ew rêzik û yasayên ku lê tên bicihkirin, 'qad' wan diyar dike, ne torên civakî."
Helwesta Donald Trump
Ev daxuyaniyên Qalîbaf di demekê de ne ku çend xulekan berî wê li Phoenixa eyaleta Arizonayê, Trump li ser pirsa "Dê kengî dorpêça Tengava Hurmizê bi dawî bibe?" wiha axivîbû:
"Dema peyman hat îmzekirin, dorpêç jî bi dawî dibe.
Her ku peyman hat îmzekirin, yekser dorpêç tê rakirin.
Dema bidawîhatina dorpêçê, dema îmzekirina peymanê ye."
Her wiha Trump li ser peymanê ragihand ku dan û standinên bi Îranê re ber bi aliyekî baş ve diçin û got:
"Dan û standin didomin û dawiya hefteyê jî dê bidomin.
Gelek tiştên baş diqewimin, ev yek Libnanê jî li xwe digire."
Trump di beşeke din a axaftina xwe de amaje pê kir, eger ew bi Îranê re bigihên peymanê, ew dê uranyuma Îranê ya dewlemendkirî veguhêzin Amerîkayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse