کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Îbrahîm Rezayî û Donald Trump / Wêne: Arşîv

Îbrahîm Rezayî û Donald Trump / Wêne: Arşîv

ÎRAN

Îran: Uranyuma dewlemendkirî wekî axa me pîroz e

RÛDAW

RÛDAW

18-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW18-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê
ÎRAN16-11-2026

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê

Îranê daxwaza Almanyayê red kir
ÎRAN15-11-2026

Îranê daxwaza Almanyayê red kir

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît
ÎRAN15-11-2026

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Komara Îslamî ya Îranê daxuyaniyên Donald Trump red dikin û dibêjin uranyuma wan a dewlemendkirî wekî "axa Îranê pîroz e".

Wan ragihand ku ew uranyuma xwe ji bo ti deran venaguhêzin.

Berdevkê Komîteya Ewlehiya Niştimanî ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Rezayî ragihand ku Tehran bi ti awayî qebûl nake ku uranyuma dewlemendkirî biçe derveyî Îranê.

Îbrahîm Rezayî destnîşan kir ku Îran "bi tundî red dike" dest ji dewlemendkirina uranyumê berde yan bernameya xwe ya nukleerî ya "aştiyane" rawestîne.

Li gorî gotina Rezayî, Îran vê mijarê wekî "xeteke sor a stratejîk" dibîne û anî ziman ku Îranê ti soz nedane ku uranyuma xwe radestî Amerîkayê yan jî welatekî din bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ji ajansa Tesnîmê re axivî û got:

"Uranyuma dewlemendkirî ji bo me bi qasî axa Îranê pîroz e û di ti rewşan de ji bo ti deran nayê veguhastin."

Ev berteka tund a Tehranê piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump hat.

Trump çend caran îdia kiribû ku di peymaneke nû de Îran dê uranyuma xwe radest bike.

Daxuyaniyên Donald Trump

Donald Trump roja înê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsandibû, "Amerîka dê hemû toza atomî wergire."

Trump her wiha ragihandibû ku di çarçoveya peymaneke aştiyê ya li gel Îranê de, Washington û Tehran dê bi hev re uranyumê ji qadên nukleerê yên Îranê derxin û veguhêzin Amerîkayê.

Pirsên